ÎHD: Divê ÛNÎCEF lêborînê bixwaze

ÎHD’ê ji ber ÛNÎCEF’ê li ser daxwaza Wezareta Edaletê daweta xwe ya ji bo tevlîbûna ÎHD’ê ya ji bo projeyekê vekişand, banga lêborînê lê kir.

Ofîsa Tirkiye ya ÛNÎCEF’ê ji bo projeya “Li Tirkiyeyê Ji Bo Zarokên Ji Xizmetên Serbest ên Venêrînî Pêşxistina Sîstema Bi Bandor A Rîskan” ÎHD’e dawet kiribû, lê li ser daxwaza Wezareta Edaletê ev dawet vekişand. Li ser vê jî ÎHD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ÎHD’ê diyar kir ku ji sala 1986’an ve bi belgeyên xwe yên mafên mirovan ên gerdûnî ve heq û azadiyên mirovan di bin her şert û mercî de diparêzin, bi vê ve jî di nav saziyên herî rêzdar ên Tirkiye û Cîhanê de ne, got: “Komên zextê yên siyasî û helwesta dewletê heta niha ti rê nedaye xebatên ÎHD’ê. Armanca yekane û eşkere ya ÎHD’ê parastina maf û azadiya mirovan e. Li ser vî esasî jî wê ÎHD’e xebatên xwe bidomîne.”

Daxuyaniya wiha dewam kir:

“ÛNÎCEF’ê ku ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî di serî de Beyannameya Mafên Mirovan a Gerdûnî, afirînerê gelek belgeyên li ser esasê mafan e, ji bo wezîfeya başkirina parastin û şertên jiyanê yên zarokan hatiye erkdarkirin, têkîldarî danasîna projeyek der heqê zarokan de destpêkê komaleya me dawet kiriye û piştre jî li ser daxwaza Wezareta Edaletê kişandiye. Ev jî diyar dike ku Ofîsa Tirkiye ya ÛNÎCEF’ê çiqasî ji wezîfeya xwe dûr e. Bi vê helwestê ev eşkere bûye ku Ofîsa Tirkiye ya ÛNÎCEF’ê di standardên belgeyên mafên mirovan a gerdûnî de wê nikaribe zêde fêdeyê bide zarokên li Tirkiyeyê.”

 ‘EM BANGA LÊBORÎNÊ LÊ DIKIN’

ÎHD’ê ji ber vê rewşa wehîm a Ofîsa Tirkiye ya ÛNÎCEF’ê, bang kir ku ji ÎHD’ê lêborînê bixwaze û sedemê mijarê bi raya giştî re parve bike.