ÎHD: Di 10 mehande 219 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin
ÎHD: Di 10 mehande 219 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin
ÎHD: Di 10 mehande 219 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin
Komisyona Mafê Jinan şaxê ÎHD’a Stenbolê di çerçeveya çalakiyên Hefteya Mafên Mirovan de li pêş Walîtiya Stenbolê li hemberî tûndiya li ser jinê daxuyaniyekî çapemeniyê pêk anî.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ragehand ku di 10 mehên dawî de 219 jin ji aliyê hevser, heskiriyê xwe, babên xwe û xizmên xwe ve hatine qetil kirin.
Di çalakiya ku pankarta “Ne ji bo jinan, Ji bo yên ku tûndiyê li ser jinan dimeşînin barîkat” li ser hev dirûşmên weke “Jin jiyan azadî”, “ji tûndiya li ser jinê re êdî bese” hatin qêrîn û dovîzên “ji tûndiya polîsan re êdî bese” hatin hilgirtin. Di dema çalakiyê de li dordora walitiyê kombûna hejmarekî zêde a hêzên çevik û polîsên sivîl bal di kişand.
Daxuyanî ji Komisyona Komeleyên Mafê Mirovan a Jinan Hatun Îldemir ve hat xwendin. Îldemir diyar kir ku di 10 mehên dawî de 219 jin ji aliyê hevser, bab, heskirî û zilamên nêzikî xwe ve hatine qetil kirin û wiha got: “Li Rojava ji aliyê çeteyên El Nûsra ve jin têne qetil kirin, jin di bin navê “tore” de bi rojan li cihên girtî tên ragirtin, jinên ji aliyê hevserên xwe ve tên kêr dayîn û yên ku ji ber cil û bergên xwe ji kar tên derxistin hemû yek zihniyetin.”
Îldemir diyar kir ku tûndiya ku bi şêweyekî sîstemî li ser jinê tê meşandin rolekî mezin yên saziyên herêmî jî têde heye û wiha got: “Pêkanînên herî dawî yên Walitiya Stenbolê di vê mijarê de cihê texdîrê ne. Jinên ku bi boneya 25’ê Mijdarê Roja ji Tundiya li ser Jinê re ne xwestin meşekê li dabixin li pêşiya wan barîkat hatin danîn û tûndî li ser jinan hat meşandin. Ji jor ber bi jêr, jêr ber bi jor, ji Serokwezîr heya Walî heya rêveberên dibistanan pêwiste ev tûndiya ku li ser jinê ferz kirine bê pirs kirin, ev ne qedere polîtîkayekî bi sîsteme.”
Piştî Îldemir babê Ebru Bilik Ayhan Torun yê ku di 30’ê Mijdarê de li Ûmraniyê keça wî a 26 salî ku ji 17 cihên xwe hate kêr kirin, mafê axaftinê girt. Bîlîk diyar kir ku li gel serlêdanên li gel gelek cihên fermî kiriye jî lê bi hincetên cude hatiye vegerandin û wiha got: “Êşa min gelek mezine. Keça min pêş hefteyek ji 17 cihên xwe hate kêr kirin û qetil kirin. Ev hovîtiye. Ji bo civak û dewletê ev hovîtiyeke. Dema ez ji bo serlêdana sûc çûme walitiyê ji minre gotin ku belgeyên min kêmin. Kujerên keça min bi demanceyên li ber pişta xwe re li derve di gerin. Gelek zarokên keça min hebûn. Bila kesek gûhdarî gotinên min bike.”