ÎHD’a Îzmîrê: Samet Çelîk serbest berdin

ÎHD’a Îzmîrê: Samet Çelîk serbest berdin

Endama Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Asya Kaya di derbarê girtiyê nexweşê penceşêrê Samet Çelîk de daxuyaniyek da û ragihand ku, roj bi roj rewşa Çelîk bêhtir xirab dibe. Li rexmî ku rapora nexweşxaneyê heye  jî nayê berdan.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Îzmîrê, têkildarî rewşa Girtiyê nexweş yê penceşêra mejiyê hestî Abdul Samet Çelîk ku li Girtîgeha Tîpa F-2 a Sîncanê ye, li ber Sumerbankê ya Berê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de rêveberên ÎHD'ê, xizmên girtiyên nexweş û malbata Samet Çelîk amade bûn.

Komê di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên nexweş û Samet Çelik rakirin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin. Di daxuyaniyê de Endama Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Asya Kaya diyar kir ku, îro pêkanînên li girtîgehan hene ji serdema 12'ê Îlonê girantirin. Kaya anî ziman ku, di vê pêvajoya çaresekiyê de li girtîgehan her ku diçe rewş xirabtir dibe.

Kaya diyarkir ku, hemû serlêdanên wan ên li rêveberiya girtîgehan bi neyînî li wan vedigere û encamê nagirin. Kaya da zanîn ku, girtiyên nexweş nayên dermankirin û nayên berdan ku her ku diçe rewşa wan girantir dibe. Kaya destnîşan kir ku, niha 122 girtî rewşa wan giranin û 108 girtî di talûkeyê de dijîn. Kaya aşkerakir ku, 230 girtî rewşa wan giran in û 411 girtî jî divê bên dermankirin.

Kaya anî ziman ku, girtiyê penceşêra xwînê Abdul Samet Çelîk, ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Sincanê girtî ye, li gel ku Nexweşxaneya Numune 5 caran rapora tahliyekirinê da jî, dîsa Saziya Tipa Edlî rapor red kir û Çelîk serbest berneda.

Kaya da zanîn ku, Çelîk li her saziyê rapor wergirtiye, lê raporên nexweşxaneyan li ber çavan nayên girtin û wiha got: "Ji bo bi rûmet bijî, li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide jî dê wekî hevalê xwe mirinê bi kêfxweşî pêşwazî bike. Saziya Tipa Edlî 5 caran rapora wî red kiriye. Nexweşxaneya Nimûne rapora "Divê serbest bê berdan û li derve bê dermankirin" lê dîsa Saziya Tipa Edlî ev rapor 5 caran red kir. Çelîk di sala 2006'an de li Girtîgeha Kiriklarê fitiqa kasikan derbaz kir. Li Neweşxaneya Dewlete ya Yeşilyurtê amaliyat bû. Piştre testa xwînê hat kirin û teşhîsa nexweşiya penceşêrê derket holê. Niha 18 salin girtiye û 6 salin bi nexeeşiya penceşêrê ya meşiyê hestî ye. Niha li Tîpa F-2 a Sîncanê tê girtin û dive êdî her roj xwînê bigire. Li gel ku bi sedan girtiyan xwest xwîna xwe bidin, serlêdana girtiyan a daxwaza xwîndayinê ji aliyê Wezareta Dadê ve hat redkirin. Li gel ku rapor ji nexweşxaneyê girtiye jî dîsa nayê berdan. "

Kaya xwet di vê pêvajoya çaresekiyê de girtiyen nexweş serbest bên berdan û pêvajoya çareseriyê bi berdana girtiyên nexweş pêş bixin û ava bikin.

Birayê Samet Çelik, Mahsun Çelik jî diyar kir dema ew çû ziyareta birayê xwe rewşa wî pir xirab û xwest bi lezgîn bê berdan. Mahsun Çelîk bang li her kesî kir û xwest li hemberî girtiyên nexweş dengê xwe bilind bikin.