Îdiaya wê li 20 bajaran rêvebirên polîsan ji kar werin girtin

Îdiaya wê li 20 bajaran rêvebirên polîsan ji kar werin girtin

Piştî ku li Stenbolê operasyonên dibin navê ne ‘lirêtî û ruşwetê’ hate destpêkirin, bi talîmata Erdogan wê li 20 bajaran rêvebirên polîsan ji karê wan bên dûrxistin.

Operasyona ku dibin navê nelirêtî û rûşwetê de ku têde 3 zarokên wezîrên AKP’ê jî hatin binçav kirin,gelek kesên burukrat û karsaz jî dinavde hatin binçavkirin. Piştî vê dinava rêvebirên polîsan de erdhej çêbû. Piştî li Enqere û Stenbol bi dehan rêvebirên polîsan ji karên wan hatin girtin, hate zanîn ku bi talîmata Erdogan wê li 20 bajarên din jî dinava saziyên polîsande rêvebirên wan bên guhertin. Hate zanîn destpêkê de bajarên wekî Enqere, Îzmîr, Bursa, Qeyserî, Tirabzon, Kocaelî bi giştî wê li 20 bajaran rêvebirên polîsan ji karên wan bên girtin û cihê wan de hinek nû bicih bikin.

Hate zanîn livan bajaran bitaybet wê dinava rêvebirên şaxên kaçaxçîtî û sûcên hevkarkar de wê bên guhertin.