Îdîaya fermandarê fermana Roboskî daye, îstifa kiriye
Îdîaya fermandarê fermana Roboskî daye, îstifa kiriye
Îdîaya fermandarê fermana Roboskî daye, îstifa kiriye
Hat îdîakirin, Serokê Kûrmay ê Hêzên Hewayî Korgeneral Nezîh Damci, Fermandarê Perwerdeyê yê Hewayî Tumgeneal Atîlla Ozturk û Fermandarê Dibistanên Teknîkî yên Hewayî Tumgeneral Ziya Cemal Kadioglû yên tê gotin fermana komkujiya Roboskî dane, îstifa kirine.
Hêzên hewayî yên artêşa Tirk bi îstifayan diheje. Piştî îstifaya giştî ya 100 pîlotan ku di destpêka salê de pêk hat, niha jî îstifayên asta payebilind ketin rojevê. 3 roj beriya Şûra Leşkerî ya Bilind, tê gotin Serokê Kûrmay ê Hêzên Hewayî Korgeneral Nezîh Damci, Fermandarê Perwerdeyê yê Hewayî Tumgeneal Atîlla Ozturk û Fermandarê Dibistanên Teknîkî yên Hewayî Tumgeneral Ziya Cemal Kadioglû îstifa kirine. Hat îdîakirin ku fermandaran daxwaznameya xwe ya îstifayê dane û derketine betlaneyê.
Navê Serokê Kûrmay ê Fermandariya Hêzên Hewayî Korgeneral Nezîh Damci, bi komkujiya Roboskiyê ya di encamê de 34 zarok û ciwanên Kurd hatin kuştin, ketibû rojevê.
Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan çend roj berê ji bo vekirina balafirgehê çûbû Şirnexê û di hevdîtineke taybet a li vê derê bi malbatên Roboskiyê re ji bo komkujiya Roboskî gotibû, "Fermana operasyonê min neda."
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî ji bo van gotinên Erdoganl gotibû, "Bi darizandineke adîl wê derkeve holê ka kê ferman daye. Eger ew bi xwe jî weha dibêje, hingî bila pêşî li dadgeriyê veke. Wê demê tê fêmkirin ku ew dizane kê fermana komkujiyê daye."