Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) di analîzeke berfireh a li ser bûyerên dawî yên li Tirkiyeyê de rewşa heyî ya şer weke "dînamîka winda bike-winda bike ya hatiye hînbûn" pênase kir. Koma Krîzê dubare kir ku aştî b muzakereyên bi PKK'ê re pêkane.
Di analîza bi îmzeya şîrovegera Tirkiye û Qibrisê Nîgar Gokçel de, ku li ser malpera înternetê ya Koma Krîzê hat weşandin, bi taybetî êrîşên hewayî, şer û operasyonên binçavkirinê yên ji 24'ê Tîrmehê û vir ve diqewimin hatin nirxandin.
Di analîza Koma Krîzê de hat gotin, "Ev dînamîka winda bike-winda bike ya hatiye hînbûn e" û hat destnîşankirin ku ne dewleta Tirk ne jî PKK dikarin bi rêbazên leşkerî bi ser bikevin. Di analîzê de hat ragihandin ku berdêla şer ji bo her du aliyan, ji her demê bêhtir dikare girantir bibe.
Di analîzê de hat diyarkirin ku şer di demeke Rojava "ji aliyê hêzên dijmin an jî hevrik ve hatiye dorpêçkirin" û "Ji bo Washîngtonê nirxê stratejîk ê Tirkiyeyê zêdetir bûye" de rû daye.
Hat ragihandin ku ji bo Tirkiyeyê jî şer di demeke ku li hundir dûrketina ji hev, hevrikiyên jeopolîtîk û pevçûna li gelek eniyan de, rû daye.
Di analîzê de şerê salên 1980, 1990 û salên navbera 2011-2013'an de hat bibîrxistin û ha gotin, "Hat dîtin ku ti alî nikare bi aliyê din. Her hewldaneke aştiyê hin tabû şikand, her têkçûn jî bêbawerî kûrtir kir."
Di dewama analîzê de hat gotin, "Dema hikûmet û tevgera neteweyî ya Kurd du alternatîfan bi samîmî derxînin pêş, hingî wê aştî were. Yek ji van muzakereyên bi PKK'ê re, ya din jî çareserkirina pirsgirêka mafên Kurdên li Tirkiyeyê ye."
Koma Krîzê di analîza xwe de bibîr xist ku PKK, tevî efûyeke giştî ya li gorî angajmanekê, dixwaze bi komîsyoneke heqîqetê ya serbixwe re binpêkirinên mafên mirovan ên her du aliyan werin aşkerakirin û muzakereyeke ku ji derve û hundir ve karibe bê şopandin, bê meşandin.
Koma Krîzê da zanîn ku dînamîkek dişibe rewşa piştî hilbijaritnên 2011'an rû da derketiye holê û hişyarÎ da ku berdêla şîdeta nû dikare gelekî giran be.