Hûnko: Dengdan ne azad bû, ne wekhev bû

Parlamenterê Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Andrej Hûnko, ku yek ji çavdêrên fermî yên Konseya Ewropayê ye got, "Referandûma li ser Destûra Bingehîn ne azad bû, ne jî wekhev bû."

Parlamenterê Federal ê Dîe Lînke û endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Anrej Hûnko ji rojnameya Rheînîsche Post (RP) re axivî û ji hebûna polîsan a li ser sindoqan heta astengkirina dengdayîna hilbijêran bal kişand ser gelek îxlalan.

Hûnko diyar kir, ew tevlî parlamenterekî ji Awûstûryayê li Amed û Mêrdînê bû û li van cihan dengdana referandûmê şopandiye. Hûnko anî ziman, polîsan pêşî li çavdêran girtine. Parlamenter Hûnko ragihand, polîsên bi çekên otomatîk û maşînên zirxî pêşî li heyetê girtin û tevî hevdîtina nîv saetê jî wan nekarîne di mijara meşrûiyeta heyetê de polîsan îqna bikin.

Andrej Hûnko da zanîn, polîsan gav bi gav ew şopandine û piştî ku Konseya Ewropayê kete navberê, destûr hatiye dayîn ku ew bikevin cihê dengdanê û çavdêriyê bikin.

Parlamenter Hûnko diyar kir, beriya dengdanê gelek kes hatine binçavkirin û ji ber vê yekê gelek kesan nekarîne dengê xwe bidin.

Andrej Hûnko bal kişand ser zext, zordarî û pêkanînên Rewşa Awarte yên li dijî kampanya NA û got, "Ji ber vê yekê mirov nikarin qala dengdaneke azad û wekhev bikin."