Hunermendên TEV-ÇAND'ê Nobeda ji bo Ocalan didomînin

Çalakiya herî demdirêj a Kurdistaniyên li Ewropayê, vê hefteyê ji aliyê hunermendên TEV-ÇAND'ê ve tê meşandin. Hunermendan gotin, heta azadiy Ocalan ew ê berxwedana xwe ya bi rûmet bidomînin.

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, di hefteya 229. de ye. Hunermendên TEV-ÇAND'ê vê hefteyê çalakî dewr girtin û gotin, heta Ocalan azad bibe ew ê berxwedana xwe ya bi rûmet bidomînin.

Nobeda Azadiyê, ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewropa ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, ji hingî ve bênavber hefteyê heft rojan dewam dike.

Her hefte, Kurd û dostên wan ên ji welatekî cuda yên Ewropayê nobedê digirin. Ji duh ve jî hunermendên TEV-ÇAND'ê Hozan Şemdîn, Sercan Kobanê, Deza Amed, Aslan Masekî û Şîrîn Alma nobedê digirin.

Li ser navê koma TEV-ÇAND'ê Şîrîn Alma axivî û anî ziman, ku ew ê heta azadiya Ocalan çalakiya xwe bidomînin û ti carî ji têkoşînê venegerin. Alma got, "Heta ku Rêberê me ji zilma AKP'ê rizgar bibe, ev çalakî wê bidome. Em ji gelê Kurdistanê dixwazin ku vê çalakiyê bi vî rengî bibîne û destekê bide."

Şîrîn Alma bal kişand ser êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd, ku di şexsê Hevserok û parlamenterên HDP'ê de hatin kirin û anî ziman, nêzîkatiyeke 'korsanî' ya dîlgirtinê li parlamenterên wan hatiye nîşandan. Alma da zanîn, tevgera azadiyê ya Kurd siyaseteke demokratîk meşandiye û bang li gelê Kurd û demokratên Tirkiyeyî kir, ku beşdarî çalakiyên berxwedanê yên li dijî dîlgirtina HDP'yiyan bibin.

Şîrîn Alma destnîşan kir, heta nûnerên gel azad bibin û ji nû ve li dora maseya muzakereyê rûnên, berxwedana bi rûmet wê bidome.

Di nava 229 hefteyên nobeda azadiyê de bi sed hezaran belavok û pirtûk hatin belavkirin, li ser jiyana Ocalan û pirsgirêka Kurd agahdarî hate kirin.

Heta niha gelek ji nûnerên saziyên Kurdan û dostên Kurdan ên Ewropî beşdarî çalakiyê bûne. Jinên ji Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) jî mehê carekê vê çalakiyê dimeşînin.

...