Hunermendên Kurd ji bo Rêberê xwe li Strasboûrgê ne
Hunermendê Kurd gotin, "Em huner û hişmendiya xwe deyndarê Serok Apo ne. Me xwe di nava felsefe û pratîka wî de dîtin."
Hunermendê Kurd gotin, "Em huner û hişmendiya xwe deyndarê Serok Apo ne. Me xwe di nava felsefe û pratîka wî de dîtin."
Çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, bi beşdariya gel û hunermendên Kurd li gel şert û mercên nebaş ên hewayê dewam dike. Hunermendên tevlî çalakiyê bûn nêrîna xwe bi me re par ve kirin.
HOZAN KAWA: Her serdem mirov an jî mirovên taybet diafirîne. Fîlozofê serdema dawî jî Serok Apo ye. Felsefeya Rêber Apo pêşengiyê ji gelên Rojhilata Navîn re dike.
Rêberekî mîna Rêber Apo ji bo gelê Kurd û mirovahiya pêşverû diyariyeke.
Fêhmkirina wateya jiyanê, têgihiştina serdemê bi fêhmkirina Rêber Apo dibe. Em jî huner û hişmendiya xwe deyndarê Serok Apo ne. Me xwe di nava felsefe û pratîka wî de dîtin. Me çavên xwe bi wî vekirin. Em timî xwe deyndarê wî dibînin. Jiyana me bi vî rengî dewam dike û heta mirinê em ê weke Apoyî bijîn.
Li ku derê pêwîstî hebe em ê li wir bin. Hejmara me zêde nîne, lê belê em hunermendên bi bawer in. Ez, hunermendên ku bi Kurdî hunerê dikin lê xwe ji doza gelê xwe vedigirin bi tundî rexne dikim. Yên ku îro bi gelê xwe re nebe, sibe gel wê wan efû neke. Dîrok wê hesab ji wan bipirse. Ev hesab jî wê ne hesabekî biçûk be.
HOZAN AYDIN: Ji bo xwedî li doza xwe û Rêberê xwe derkevin, em li vê derê ne. Di şexsê Rêberê Gelê Kurd de vîna gelê Kurd dîl hatiye girtin. Ewropa tev hevparê vî sûcê dîlgirtinê ye.
Mêtinger û nokeran welatê me parçe kirine û vîna me talan desteser kirine. Beriya her kesî divê hunermend vê rastiyê bibînin.
Ez asta xwedîderketina hunermendan a li Serok Apo û dozê têrker nabînim. Hestên hunermendan cuda ye, bi her kesî re nîne. Mirovên ku mînak in ji civakê re. Mirovên xwedî felsefe û wijdanê ye. Lewma ev asta xwedîderketinê gelekî kêm dibînim.
Huner ne tenê lêdana li amûrekê yan jî strana bi dengekî bedew e. Pîvan, sekn, rabûn û rûniştin û cihê xwe yê di nava civakê de gelekî girîng e. Gelo pêkane ku mirov ji bîr bikin ku rûmeta me hatiye binpêkirin? Hunermend çawa dikare vê ji nedîtî ve bê? Em hemû dikarin xwe di nava vê tevgerê de bibînin û cih bigirin. Ji ber ku tevger û doza rizgariya neteweyî ya Kurdistanê ya me hemûyan e.
HOZAN ŞEMDÎN: Em di serdemeke dîrokî û girîng de ne. Hunermendên me çavkaniya coşa gel e, çavkaniya moralê ye. Divê xwedî li çalakiya Strasboûrgê derkevin. Serok Apo mirovekî ji rêzê nîne. Ruh û nasname da gelê Kurd. Em li bendê ne ku partî û baweriya xwe çi dibe bila bibe, her kes nakokiyên xwe deyne aliyekî û xwedî li Rêber Apo derkeve.
Bêguman em bang li saziyê pêwendîdar ên Ewropayê bi taybetî CPT dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabe.
Yanî bila ji bîr nekin; eger tiştek bi serê Serok Apo were wê tiştek li Tirkiyeyê nemîne. Em dixwazin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin.
ROTÎNDA: Em xwedî li Serokê xwe dernekevin em nikarin xwedî li xwe derkevin. Serok temamiya nirxên me ye. Şensê min çêbû ku du caran wî bibînim. Xwezî Kurd hemû karibin wî bibînin.
Hunermend û gel xwedî li Serokê xwe derdikeve, lê ev têrê nake. Divê em hê bêhtir bikevin nava hewldanan. Eger Rêberê me azad bibe, ev ê were wê wateyê ku em jî azad dibin."