Hunermendên Kurd: Azadiya Rêberê me azadiya me ye
Hunermendên TEV-ÇAND a Parîsê Sara, Suleyman Çarnewa, Farqîn, Hozan Marûf û Şefîk serdana çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li Strasboûrgê kirin û piştgirî dan çalakgeran.
Hunermendên TEV-ÇAND a Parîsê Sara, Suleyman Çarnewa, Farqîn, Hozan Marûf û Şefîk serdana çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li Strasboûrgê kirin û piştgirî dan çalakgeran.
Çalakiya rûniştinê, ku ji bo Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bi lezgînî serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike û li ser rewşa wî agahiyê bide gel dest pê kir, didome. Hunermendên serdana çalakiya li Strasboûrgê kirin, ji ANF'ê re axivîn.
SARA: Beriya her tiştî vê çalakiyê silav dikim. Divê tevlîbûna me hê xurtir û girseyî be. Ji ber ku bi rastî jî hebûna Rêbertî ji bo me man û neman e.
Jin divê beriya her kesî xwedî li Rêberê xwe derkevin. Rêber Apo bi rengekî pîroz nêzî me jinan dibe. Ez jî, weke hunermendeke Kurd dixwazim hemû hunermendên me li vir bin. Ji saziyên Ewropî jî dixwazim ku guh bide dengê gelê me.
SULEYMAN ÇARNEWA: Em bi navê Parîs TEV-ÇAND'ê li vir in. Divê em xwedî li Rêberê xwe derkevin. Bi taybetî weke gelê Kurd ê li Ewropayê divê em bi dengekî bilindtir daxwaza azadiya Rêberê xwe bikin. Ji ber vê yekê çi hunermend, çi rewşenbîr divê her kes derbarê vê mijarê de di serî de CPT hemû saziyên Ewropî hişyar bikin. Ne tenê ji bo agahîgirtina ji Rêbertî, lazime heta azadiya Rêberê xwe em bê rawestan têbikoşin.
FARQÎN: Mirovek bi mîlyonan mirovî azad dike, lê bi mîlyonan mirov nikarin mirovekî azad bike. Bi dîtina min, pirsgirêka bingehîn a me Kurdan ew e ku em bi têrkerî xwedî lê dernakevin. Mîna ku rewş pejirandine, bi demê re hiştiye û dibêje 'tişt nabe'. Aciliyeta rewşê hê baş nehatiye fêhmkirin. Rêberek ev 19 sal in di nava çar dîwaran de ye û di nava wan şert û mercan de jî rê nîşanî me bide û perspektîfan pêşkêş dike. Dibêje 'eger hûn vê bikin, bi vî rengî tevbigerin hûn ê bi ser bikevin'.
Eger em nebin hêjayî hewldanên wî yên awarte, ev yek wê ji bo me bibe şerma herî mezin. Weke gelê Kurd divê em van hewldanên xwe zêdetir bikin û encamê jê bigirin. Ev du sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin; rewşa wî çawa ye, çi dike, em nizanin bê dijî ya na. Rewşa Rêberê Gelê Kurd rewşa gelê Kurd e. Eger encameke nebaş rû bide, ev yek wê li me hemûyan bibe mal û wê ne hêsan be ku mirov ji binê vî barî rabin.
HOZAN ŞEFÎK: Bêguman li ser Rêberê Gelê kurd gelek tişt hatin nivîsandin û gotin. Ez jîw eke hunermendekî Kurd dixwazim vê bêjim: Weke civak û gel divê em jiyana xwe bi temamî li gorî Rêber Apo bi rêk û pêk bikin. Li gorî azadiya wî. Kî li ku dibe, divê jib o azadiya Rêbe Apo têbikoşe. Ji ber ku Serok Apo tevahiya mirovahiyê ronî dike. Û ji dil ji vê bawer im; heta ku Rêber Apo azad nebe, ev gel wê teqez nesekine.
HOZAN MARÛF: Em baş pê zanin ku Rêberê Gelê Kurd ne tenê ji bo gelê, lê ji bo hemû gelên bindest rêber e. Rêberê aştî, demokrasî û azadiyê ye.
Weke gelê Kurd em azadiya Serok Apo weke azadiya xwe dibîni. Em vê banga xwe dubare dikin; ji CPT, Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa û hemû saziyên pêwendîdar re dibêjin. Ji bo mafên mirovan ên bingehîn bi haydarî û berpirsyarî rabin. Em dixwazin, saziyên li dijî êşkenceyê tavilê biçin li cih lêkolînê bikin. Em ji wan hêzên ku bi sedan salan dijminatî û zilmê li gelê Kurd dikin re dibêjin; Rêber Apo ji bo gelê Kurd û hemû gelan aştî, wekhevî û azadiyê dixwaze. Jiyana xwe diyarî vê yekê kiriye. Heta ku em ji vê hewldana xwe encameke erênî bi dest bixin, em ê jî li vê derê bi gelê xwe re bin.