Hunermendên Elman: Paraleliya Erdogan û Hîtler tirsnak e
Hevkariya Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di navbera hunermendên Elman de rê li ber bertekên mezin vekirin.
Hevkariya Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di navbera hunermendên Elman de rê li ber bertekên mezin vekirin.
Hevkariya Serokwezîra Elmanya Angela Merkel û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, di navbera hunermendên Elman de rê li ber bertekên mezin vekirin.
Rojnameya Fransî ya Lîberatîon nûçeyeke berfireh ya ku mijara bertekan digire nava xwe weşand.
Yek ji mînaka herî sosret, çalakiyeke li semta Tîergarten a li navenda Berlînê hatiye lidarxistin e. Li ser dîwarê Sefaretxaneya Tirk dîmenên sosret hatin nîşandan.
Di dîmenê ku çend kêliyan hatin nişandan de li milê çep Adolf Hîtler, li çepê posterê jî Erdogan ê ku şibandî Hîtler cih digirt.
Ev çalakî di tevahî cihanê de ji bo balê bikişînin ser îxlalkirinên mafê mirovan ji aliyê hunermendên Kolektîfa Pîxel Herper ve hatie lidarxistin. Weke çalakiyên din jî deng veda.
Ji aliyê kolektîvê ve di meha Gulanê de li ser dîwarên Sefaretxaneya Tirk gelek caran dîmenê bi vî rengî hatin nîşandan.
Rojnameya Nazî a Volkîscher Beobachter sernivîsa ku “Rêveberên Rayhştagê dewrî Erdogan kirin” bi kar anî.
Endamê Kolektîfa Hunermendan Olîver Bîenkowskî jî wiha got: “Erdogan û Hîtler anî gel hev, li dijî sûcên giran ên ku Serokkomar Erdogan ên li hember mirovatiyê kiriye dixwazin bertekên xwe nîşan bidin.”
Hunermend Bîenkowskî wiha axivî: “Em Elman, di destpêka afirandina dîktatorekî çi qewimîne baş dizanin.”
Hunermendên Elman jî da zanîn ku paraleliya Naziyên destpêkê û Erdoganê niha li Tirkiyeyê bi tirsnak e.
“ERDOGAN MÎNA PIRTÛKA MEÎN KAMPF YA NIVÎSANDΔ
Bîenkowskî ev îfade bi kar anî: “Erdogan dixwaze Tirkiyeyê bi serokatiyê vegerine dîktaroriyê. Wekî pirtûka Meîn Kampf ya li pişt serê xwe nivîsandî û her sibehê dema ku ji xew şiyar dibe fikrekî nû jê digire ye. Ji beriya demekê têkildarî kontrola jidayikbûnê jî daxuyaniyek dabû.”
Bertekên li Elmanayayê ne nû ne. Di dawiya meha Adar ê de şanoger Jan Bohmermann ê di TV ZDF a civakî de helbesta wî bibû sedema kirîzê. Erdogan di helbestê de weke destavêjê heywan û zarokan dihat teswîrkirin.
Piştî Parlamentoya Elmanya di 2’ê Hezîranê roja Pênçşemê pêşnûmeya Qirkirina Ermeniyan nas kir, alozî zêdetir bû.