Hunermend: Kobanê qîrîna serhildanê ye
Hunermend: Kobanê qîrîna serhildanê ye
Hunermend: Kobanê qîrîna serhildanê ye
Aktîvîstên Hewldana Hunera Azad a sînemavan, şanoger, muzîkjen û reksvanan ava kiriye, tevlî nobeta xeta sînorê Kobanê-Pirsûsê ya ku 53 roje didome bûn. Hunermendan da zanîn ku divê ne di roja 53’an roja duyem de bihatana û ji bo berxwedana Kobanê bibûna qîrîna serhildanê.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê didomin û ji roja ku êrîşan destpê kirine heta niha bi armanca piştevaniya ji bo Kobanê li ser sînor çalakiya nobetê didome. Hunermend jî hatin sînor tevlî çalakiyê bûn. Nivîskar-lêkolîner Temel Demîrer got: “Em li Kobanê ne. Em li erdnîgariyeke ku li dijî mêtingeriyê dibêje Êdî bes e ne. Kobanê dilê me ye. Kobanê qîrîna me ya serhildanê ye.
DIVÊ HUNER DI BERXWEDANÊ DE CIH BIGIRE
Muzîkjen Ozlem Gerçek jî da zanîn ku divê huner di nava jiyan û berxwedanê de cih bigire û hêzên serdest vê berxwedanê nebînin jî ev têkoşîn li ber çavên hemû cîhanê pêk tê. Em wek hunermedan ziman, reng, nîjad çi bibe bila li dijî zilmê têdikoşin. Gelê Kurd têkoşîna azadiyê dide. Em jî ji bo ku bibin dengê vê berdanê hatine vir.
GELÊ KOBANÊ NE TENÊ YE
Endamê Navenda Hunera Çanda MED, Erol Berxwendan jî da zanîn ku bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê hatine vir û wiha got: “Ev 50 roj zêde ye li Kobanê berxwedan didome. Em hunermend her çiqas ji bo hatina vir dereng mabin jî, em tevlî çalakî û bernameyan bûne. Rexneyên ku tevlîbûna me di cih de ne. Em di hemû rojên xweş û coş de li ser dika hunera xwe datînin holê. Lê di rojên wisa de divê hunermend li cem gelê xwe be. Em hatin sînor. Dilê me diêşe. Ji ber ku li dijî êrîşa li hemberî gelê Kobanê tiştek zêde ji destê me nayê. Dûr be jî piştgiriya me ya ji bo hevalên me ji bo me têr dike. Em hunermendên vî gelî ne. Em bi gel re hene. Bila gelê Kobanê jî bizane ku ew ne tenê ne.
KOBANÊ DESTANEK NÛ DIYARÎ DÎROKÊ KIR
Hîndekara Perwerdeyê ya Zanîngeha Hacettepeyê Astrolpolog Sîbel Ozbudun jî bal kişand ser Serokkomar Tayyîp Erdogan û got: “Kesê ku serokkomarî dagirkiriye; eleqeya me bi Kobanê re heye. Aliyê balkêş ev e ku ev kesê xwe ji Bosna Hersekê heta Yemenê wek hînterlandê Tirkiyeyê îlan kiriye, xwe ji bo Kobanê eleqedar nabîne. Kengî serdest xwe der barê cîhekî de eleqedar bibînin, behsa têkiliyên biratî, ol û tovê bikin, di bin de daxwazên emperyalîst hene."
Ozbudun bi lêv kir ku gelê Kobanê li dijî çeteyên çavsor têdikoşin û destaneke nû bi dîrokê dane qezenckirin.
DIVÊ EM DI ROJA 2. DE BIHATANA
Hunermenda NÇM’ê Ozlem Baglan jî got: “Divê em ne di roja 52’emîn de di roja 2’yem de bihatana. Niha ez ev li vi rim û gelek kêfxweşim. Ez çapemeniya cîhanê dişopînim. Çavên çapemeniya cîhanê li Kobanê ye. Di rojên buhrî de çapemeniya Elman nûçeyeke ‘Ey Kurdên leheng hûn kî ne?’ çêkir û Tirkiye jî Kurdan û çeteyên çavsor dikin yek. Em wateyê nadin vê."
KOBANÊ HER TIM DI DILÊ ME DE YE
Hunermend Aram Serhat ku li ser navê Navenda Çand û Hunera Arzela hat jî got ku ew li dijî berxwdana Kobanê rêzdar in û got, "Ji bo dengê xwe tevlî dengê Kobanê bikin em hatine sînor. Gelê Kobanê ne bi tenêye û her tim di dilê me de ye."
Ji navenda Çand û Hunera Golgel Sînan Gokçe got, "Ev pêvajo ji bo mirovahiyê gelek girîng e û divê hunermend û şoreşger li dijî vê bêdeng nemînin."