‘Hûn nikarin tevgera siyasî ya Kurd bi operasyonan bêzar bikin’

Rêxistinên HDP û HDK'ê yên Stenbolê, operasyona qirkirina siyasî ya li dijî endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên li Kurdistanê li Qada Galatasarayê protesto kirin.

Di çalakiyê de ku Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Dogan Erbaş, Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Emrûllah Bingol û gelek nûnerên rêxistinên sosyalîst û demokrat tevlî bûn, hate destnîşankirin ku bi operasyonan ve wê tevgera siyasî ya Kurd bêzar nebe.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Stenbolê bi armanca operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî hevserokên HDP û DBP'ê yên Bajarên Kurdistanê li Qada Galatasarayê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endam û rêveberên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî di çalakiyê de pankarta "Operasyonên siyasî yên li dijî partiyên me dê nikaribe têkoşîna me asteng bike" vekirin û siloganên "Zext me bêzar nakin", "Bêdeng nebe dê dor were te jî" û "Binçavkirin û girtin nikarin me bêzar bikin" berz kirin.

‘15’Ê TÎRMEHÊ BI SERÊ ME DE TÎNIN’

Di çalakiyê de Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu axivî, destnîşan kir ku “heman darbeya 15’ê Tîrmehê bi serê me de tînin’ û bi bîr xist ku li Kurdistanê îradeya gel tê astengkirin, bi qeyûman şaredarî têne desteserkirin, li seranserî welêt kedkar ji kar têne dûrxistin. Gollu diyar kir ku ew van binçavkirin û girtinan qebûl nakin û wê ti carî mafê xwe teslîm nekin.

‘BI LEZGÎNÎ OPERASYONAN BI DAWÎ BIKE’

Piştî Ûfûk Gollu, Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya DBP’ê Emrûllah Bingul anî ziman ku hikûmeta AKP’ê hewl dide derhiqûqiyan mîna hiqûqî veguherîne, destnîşan kir ku bi girtin û zextan jî welat anîne vê nuqteyê. Bingul operasyonên KCK’ê yên 2009’an destpêkirî bi bîr xist û ji hikûmetê re pirsî; “Piştî ewqas girtinê gelo we tevgera siyasî ya Kurd qedand?” Bingul, peyamên biryardariya têkoşînê da û bang li AKP’ê kir ku demildest van operasyonan bi dawî bike û li maseya muzakereyê vegere.

 ‘HÛN DUH TÊK ÇÛN, ÎRO JÎ WÊ HALÊ WE EV BE’

Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Stenbolê Dogan Erbaş jî bi bîr xist ku bi awayekî bêhiqûqî bi ser partiya wan de hatiye girtin û 181 kes hatine binçavkirin, diyar kir ku desthilatdariya AKP û Qesrê di polîtîkayên şer de bi israr in û wiha pê de çû; “We beriya niha jî ev operasyonên qirkirina siyasî ceribandin û bi ser neketin. Hûn ê nikarin niha jî bi ser bikevin. Zext wê nikarin bi ser bikevin.”

Piştî axaftinan, daxuyanî ji hêla Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Esenyûrtê hate xwendin. Moco destnîşan kir ku wek mîna berê wê niha jî ti operasyonên qirkirina siyasî nikaribe têkoşîna azadî û demokrasiyê asteng bike û got; “Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û polîtîkayên şer bêne rawestandin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

...