Humanité: Efrîn ji bo Ewropayê bûye Muncheneke duyemîn

Rojnameya Fransayê Humanité, nivîsek li ser dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkan ve weşand û got, "Efrîn ji bo Ewropayê bûye Muncheneke nû."

Di nivîsê de ku bi navê Jean-Jacques Régibier hate weşandin, helwesta hikumetên rojavayî li pêşberî Efrînê şiband peymana bi Hitler re hate kirin.

Di nivîsa rojnameyê de ev nirxandin hate kirin: "Yekîtiya Ewropa piştî bêdengiya xwe ya di mijara Efrînê de, li pêşberî binpêkirina mafên mirovan, azadiya çapemeniyê û dûrketina ji dewleta hiqûqê, xuya ye bûye tifaqeke ku li ber armancên talanker û dîktatoryal ên Erdoğan serî tewandiye. Ev serîtewandin, yek ji rûpelên herî nebaş ên dîroka Ewropayê tîne bîra mirovan.

Dema ku artêşa Tirk û cîhadîstên ji ber El Qaîdeyê mane roja Yekşemê ketin nava Efrînê, nûçegihanê qenala France 2 Charles Enderlin ku 25 salan nûçegihaniya ji Qûdsê kir, ev tweet parve kir. 'Ev Munchen a gelê Kurd e'. Û ev pirs kir: 'Kî bi rola Chamberlain radibe?' Divê mirov vê yekê jî li vê zêde bikin, ji ber ku eger bê jibîrkirin wê heyf be: 'Kî bi rola delegeyê Fransayî Daladier radibe ku di danûstandinên navdar de tê naskirin?'

Bi rastî jî ya li Munchenê qewimî Efrînê dixe bîra mirovan. Em vê serdema kêm bi heybet a dîroka Ewropayê bînin bîra xwe. Îlona 1938'na, şeş meh piştî ku Elmanyayê Awûstûrya bi xwe ve girê da, Fransa û Îngilîstanên ji aliyê Edouard Daladier û Neville Chamberlain ve hatin temsîlkirin, peyman mohr kirin ku ev peyman bûn sedem ku Hitler herêma Sudeten a Çekoslovakyayê bi dest bixe. Û di dawiya dawî de ev welatê ku tifaqa Fransa û Îngilîstanê ye parçe bû. Daladier û Chamberlain, ji ber ku rê dan Hitler, dema vegeriyan Munchenê li şûna ku bên şermezarkirin, weke lehengan hatin pêşwazîkirin. Fîgurê mezin ê Eniya Gel sosyalîst Leon, dema ku peymanên Munchenê şîrove kir wê wiha bigota, 'di navbera rehetiyeke namerdî û şermê de hate parvekirin'."

Di nivîsê de herî dawî hate gotin, "Kurdên ku dijminê Ewropayê DAÎŞ li Sûriyeyê têk birin, ji aliyê welatên Ewropayê ve hatin terikandin, mîna yên ku Çekoslavkaya li Munchenê hiştin."