Hulaku: Mafê hêviyê ne tenê mafekî şexsî ye

Ji wekîlên hiqûqnas ên DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku got, ne tenê weke mafekî şexsî di heman demê de ji bo avakirina edalet û aştiya civakî pêwîstî bi 'mafê hêviyê' heye.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Parlamenterê Çewlîkê yê ji DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku anî ziman ku bi bernedana girtiyên bi nexweşiya giran êrîş li mafê jiyanê tê kirin û got, pêwîstiya sîstema înfaza ceza bi lezgînî bi reformên bingehînî yên mafên mirovan heye.

Parlamenterê Çewlîkê yê ji DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku li Tirkiyeyê li girtiyên siyasî tê birîn ji cezayekî hiqûqî wêdetir bûye amûreke zext û tepisandinê. Hulaku ragihand ku bi vî cezayî re dixwazin hêviya azadiyê ya girtiyan bi temamî ji holê rakin, ji aliyê hiqûqî ve wan bikin 'miriyekî' sax û destnîşan kir ku di vê nuqteyê de 'mafê hêviyê' dikeve dewrê. Hulaku destnîşan kir ku binpêkirina vî mafî li girtîgehan mîna 'terikandina ji mirinê re' tê nîşandan, cezayekî li dijî hiqûq û rûmeta mirovahiyê ye û got, "Bi taybetî tecrîda mutleq a li ser Birêz Abdullah Ocalan helwesta sîstema ceza ya li Tirkiyeyê ya li hemberî girtiyên siyasî radixe pêş çavan. Mafê hêviyê ne tenê mafekî şexsî ye; di heman demê de ji bo avakirina edalet û aştiya civakî pêwîstiyek e. Bicihanîna vî mafî, sererastkirina guncaw a li gorî pîvanên gerdûnî yên hiqûqî û mafên mirovan, jinûve nirxandina cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ferz dike."

MAFÊ JIYANÊ JÎ TÊ BINPÊKIRIN

Hulaku diyar kir ku bi bernedana girtiyên bi nexweşiyên giran re mafê mirovan ê bingehîn jî bi rengekî cidî tê binpêkirin û got, "Mafê hêviyê pîvana bingehîn a sîstema hiqûqê ye ya ku xwe dispêre mafên mirovan û hurmeta li rûmeta mirovahiyê. Mehkûmên bi nexweşiya giran nikarin bi têrkerî bêne dermankirin û ji şert û mercên guncaw ên jiyanê bêpar têne hiştin. Ev rewş hem li dijî qedexeya kiryarên xerab û êşkenceyê ye hem jî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê. Girtina mirovekî li gel rewşa xwe ya nebaş a tenduristiyê li girtîgehê, tê wateya ferzkirina mirina psîkolojîk û fîzîkî. Bernedana mehkûmên nexweş careke din radixe pêş çavan ku pêwîstiya sîstema înfaza ceza bi lezgînî bi reformên li ser bingeha mafên mirovan heye."

DIVÊ TAVILÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊNE AVÊTIN

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku li dijî rîskên ewlekarî û tenduristiyê yên li ser girtiyan, ji bo parastina mafên bingehîn bal kişand ser van gavên şênber ku divê bi lez bêne avêtin:

* Ji bo misogerkirina mafê tenduristiyê divê komîsyonên tenduristiyê yên serbixwe bêne avakirin û girtiyên bi nexweşiya giran ên li girtîgehan tavilê bêne berdan.

* Şert û mercên girtîgehan bêne başkirin, bi taybetî jî pêkanînên tecrîd û îzolasyonê bêne bidawîkirin.

* Di sîstema înfaza ceza de pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî bi cih werin anîn, pêvajoyên hiqûqî şefaf û adîl bin, ev yek wê di parastina mafên bingehîn ên mehkûmên siyasî de bi roleke girîng rabe.

* Li gel sererastkirina şert û mercên ewlekariyê û pêşkêşkirina derfetên tenduristiyê yên li girtîgehan, bi sererastkirinên li gelek qadan wê hem mafê jiyana bi rûmet a girtiyan bê parastin hem jî bingeha edaleta civakî bê xurtkirin.

* Kontrolkirina bi rêk û pêk a şert û mercên girtîgehan ji aliyê komîsyonên serbixwe ve û nêzîkatiya adîl a li girtiyên siyasî wê hem tevkariyê li parastina bingeha civakî ya demokratîk bike hem jî zextên otorîter lawaz bike.