HSK'ê ji penaberên Kurd ên li Yewnanîstanê re alikarî şand

Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) diyar kir ku wan alikarî dane Kurdistaniyên ku li kampên penaberan ên li Atînayê dijîn. Heyva Sor diyar kir ku ew ê alîkariya wan a ji bo penaberên li Yewnanistanê bidome.

Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku wan alîkarî ji Kurdistaniyan re şandine yên ku li kampên penaberan ên li Atînayê ne.

Heyva Sor diyar kir ku wan alîkarî şandine penaberên Kurd ên ku li bajarê Lavrîonê ya li nêzî Atînayê ne.

Rayedarên Heyva Sor çûn rewşa cih a kampan dîtin û ji bo dabînkirina pêdiviyên acîl ketin nav liv û tevgerê. Şandeya ku bi rêya Komîteyên Gel ên Kampê hewcehî tespît kirin û bi bihayê 10 hezar eûro xwarin, alavên elektironîk ên mitfaxê, her wiha ji bo temîrkirina xaniyan alavên înşaatê stendin û radestî rêveberîya kampê kirin.
Di salên dawîn de ji ber zilm û zordariya dewletên dagirker gelek Kurdistanî neçar man ku bibin penaber. Penaberên ji Kurdistanê ji bo ku derbasî welatên rojavayê Ewrûpayê bibin derbasî Yewnanistanê bûne û a niha li wir asê mane. Penaberên ji Kurdistanê di bin şert û mercên dijwar de li kampan dijîn.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku ji bo Kurdistaniyên li kampên penaberan li Yewnanistanê wê alîkariyên wan bidome.