HRW: Li ser sînorê Tirkiyeyê êşkence li penaberan tê kirin

HRW’ê diyar kir ku Tirkiye guleyan bera penaberan dide û bi êşkenceyan dixwazin penaberan dîsa vegerînin Sûriyeyê.

Dîrektorê Rojhilata Navîn ê Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Navneteweyî (HRW) Lama Fakîh bal kişand ser sîvîlên ji Îdlîb û Efrînê direvin.

Fakih diyar kir ku Tirkiye guleyan bera sîvîlan didin ên ku ber bi sînorê Tirkiyeyê ve diçin û êşkence li sîvîlan tê kirin. Rayedarê HRW’ê diyar kir ku bi lêdan û êşkenceyê veger li ser sîvîlan tê ferzkirin.

JINA KU LI SER SÎNOR ZAROKA WÊ ÇÊBÛ BI PAŞ VE ŞANDIN

Fakih diyar kir ku ji ber êrîşên li Îdlîb û Efrînê bi hezaran kes ji warên xwe bûne û diyar kir ku hêzên Tirkiyeyê guleyan bera jin û zarokan dide. Rayedarê HRW’ê diyar kir ku li ser sînor jinek zarok jê re çêbûye û hêzên Tirkiyeyê jin tevî zaroka wê bi paş ve şandine Sûriyeyê.

Rayedarê HRW’ê diyar kir ku gelek sîvîlên li Efrînê ji ber bomberdûmanên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest didin.

Di 7 salên dawîn de hejmara penaberên ku leşkerênTirk ew kuştine, hê jî nayê zanîn. Di qeydan de ev kesên sîvîl wekî ‘endamên rêxistinên terorî’ û ‘qaçaxçî’ tên diyarkirin. Tirkiye penaberên ji Sûriyeyê hatine her dem li hemberî welatên din ên cîhanê wekî propaganda û şantajê bi kar tîne.