HRW: Li Efrînê dest li ser milkên sivîl datînin, talan dikin

Rêxistina Çavdêr a Mafên Mirovan ragihand, li Efrînê ya dagirkirî komên bi ser Tirkiyeyê ve dest li ser mal û milkên Kurdên sivîl datînin û talan dikin.

HRW’ê bi daxuyaniyekê ragihand li herêma Efrînê mal û milkên Kurdan talan dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, ‘’Komên çekdar ên dijî hikûmetê, çekdarên xwe û malbatên wan li malên Efrîniyan bi cih kirin, bêyî ku tazmînatê bikin xwediyên mal û milk, mal û milkên sivîlan talan kirin.’’

Wekîlê Dîrektorê Rêxistina Çavdêr a Mafê Mirovan, a Rewşên Lezigîn Prîyanka Motaparty got, ‘’Artêşa Azad a Sûriyê dema ku kete herêmekê karê wê ne ew e ku dest li ser mal û milkên sivîlên wir deyne û li malken wan bi cih bibe. ‘’

Motparthy got, ‘’Ev çekdar mafê sivîlên bê parastin naparêze, berovajî pergala binpêkirinê didomînin.’’

HRW’yê bi bîr xist ku bi dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re, li gorî daneyên fermî 137.000 kes ji şûnwarê xwe bûne

HRW’ê bi du kesan re rûnişt ku berê li Efrînê diman û piştre xwe li Qamişloyê girtin. Hate gotin çeteyên OSO’yê dest li ser mal û milkên wan danîne, malê wan talan kirine û ziyana herduyan jî nedane wan.

HRW’ê bi domarî got, ‘’Herdu kesan jî navê komên ku mal û milkên wan talan kirine dan’’ û hate gotin navê van komên çete Ahrar El Şarkiye û Ceyş El Şarkiye ne.

SÛCÊ ŞER E

HRW’ê diyar kir ku bi du Efrîniyên dî re li derveyî Sûriyê jî axivî ne û got: ‘’Hiqûqa şer talanê û bi zorê desteserkirina milkên şexsî qedexe dike. Ev kirinên wiha ya li herêmên şer, sûcê şer e. Hêmanên şer, bicihkirina malbatên wan jî di nav de, nikarin dest li ser mal û milkên taybet deynin. Hiqûqa şer ji bilî hinceta divêtiya şer nikare ziyanê bide mal û milkê taybet.’’

HRW’ê diyar kir ku divê tazmînatê bidin wan kesên ku ziyan gihandine ser mal û milkên wan û kesên ku vegeriyane ser mal û milkê xwe divê mafê wan werin parastin.

Bi berdewamî di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Rakirina mal û milkên taybet ên kesên ku ji şûnwarê xwe bûne, ziyana li ser mal û milkê wan, dibe sedemeke girîng ku ev mirov nikaribin vegerin ser cihê xwe.’’