HRW'ê ji Hukûmeta Başûr xwest deriyê sînor ê Peşabûr veke
HRW'ê ji Hukûmeta Başûr xwest deriyê sînor ê Peşabûr veke
HRW'ê ji Hukûmeta Başûr xwest deriyê sînor ê Peşabûr veke
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), ji ber girtina deriyê sînor ên bi Rojavayê Kuristanê re li hemberî Herêma Kurdistana Federal, Urdun û Tirkiyê nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku ev yek dibe sedem, bi hezaran Sûriyeyiyên ji şer direvin, di nava sînorên xeter de bên asêkirin.
HRW di rapora xwe ya çend roj berê de ragihand ku, parastvanên sînor ên Iraq, Urdun û Tirkiyê, bi dehhezaran penaberên Sûriyê yên ji şer reviyan, şûnde vedigerînin.
Ji rayedarên HRW'ê Gerry Sîmson got, "Divê cîranên Sûriyê, mirovên jiyana wan di xeteriyê de ne û bi neçarî xwe li wan digirin, navêjin nava şer" û bang li hêzên navnetewî û welatên cîran kir ku piştgiriyê bidin 2 milyon Sûriyeyiyên penaber.
Di raporê de girtina deriyê sînor ê Peşabûr "ne fermî" yê Herêma Kurdistana Federal jî hat nirxandin û hat xwestin, deriyê sînor tavilê bê vekirin. Deriyê sînor ê Peşabûr ku deriyê yekane yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ye, ji 19'ê Gulanê û vir ve girtî ye.
HRW'ê ragihand ku deriyê sînor ê Peşabûr, ji Cotmeha sala 2012'an û pê ve yekane deriyê sînore yê penaberên Sûriyê tê re derbasî Iraqê bûne û destnîşan kir, ku girtîmayîna vî deriyê sînor nayê qebûlkirin.
Hat ragihandin ku rayedarên hukûmeta Kurd der heqê girtina deriyê sînor de bersiv nedaye pirsa HRW'ê û ev bang li hukûmeta Iraqê û Hukûmeta Herêma Kurdistana Federal kir:
"Divê Hukûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê, tavilê deriyên sînor ên El Qaîm û Peşabûr vekin û destûrê bidin Komîseriya Bilind a Penaber a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ku di dema derbasbûna penaberên Sûriyeyî de, karibe qeyda wan çê bike. Her weha divê rayedarên Hukûmeta Herêma Kurdistanê jî soza xwe bicih bînin, ku ji bo sivikkirina barê Kampa Penabera a Domizê gotibûn ewê li nêzî Duhokê kampeke nû ya penaberan ava bikin."