HRW: DAIŞ'ê bi rêk û pêk îşkence li zarokan kir
HRW: DAIŞ'ê bi rêk û pêk îşkence li zarokan kir
HRW: DAIŞ'ê bi rêk û pêk îşkence li zarokan kir
HRW'ê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê, li bi dehan zarokên di 29'ê Gulanê de li Kobanê revandin û berî çend rojan serbest berdan, îşkence kirine.
HWR piştî hevdîtina bi beşek ji zarokên berî çend rojan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin berdan daxuyaniyek da û diyar kir ku zarok li îşkenceyeke bi rêk û pêk rast hatine, rojane pênc caran ferza nimêjê li wan hatine kirin û tevlî waneyên olî yên ji neçarî hatine kirin. HRW her wiha cih da daxuyaniya zarokên di destê DAIŞ'ê de dîl hatibûn girtin, ku gotin "Gardiyanên me ji mirovên ji Sûriye, Urdun, Lîbya, Tûnis û Erebîstana Siûdî pêk dihat."
Di daxuyaniya HRW de hat bibîrxistin ku zarokên kur ên ji 14 heta 16 salî, di 29'ê Gulanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin û hat gotin, "Ji van zarokan 25 roja Sêşemê hatin berdan. Zarokan anîn ziman ku bi borî û qebloyan li wan hatine xistin û dîmenên hovîtiyê bi wan hatine temaşekirin."
Berpirsyarê Zarokan ê HRW'ê Fred Abrahamas diyar kir ku ji destpêka şerê li Sûriyeyê û vir ve zarokan bi awayekî gelekî cidî zerar dîtine û anî ziman ku wan bi çar zarokên di destê DAIŞ'ê de mabûn re hevdîtin kirine. HRW'ê da zanîn ku zarok li îşkenceyeke bi rêk û pêk rast hatine û zarokên ku xizmên wan li nav refên YPG'ê şer dikin, li gorî zarokên din bêtir rastî îşkenceyê hatine.
HRW'ê cih da gotinên zarokekî 15 salî ku digot, "Ji me navnîşanên me, navên malbatên me dixwestin. Navên xizmên me werdigirtin. Digotin dema biçin Kobanê ew ê wan zevt bikin, parçe bikin. YPG weke kafir pênase dikirin". HRW'ê anî ziman ku zarokan diyar kirine rojane du caran xwarin xwarine.