HPG: Li Kerkûkê 5 çete hatin kuştin

HPG: Li Kerkûkê 5 çete hatin kuştin

Li nahiya Daqoq a Kerkûkê, di pevçûna di navbera gundên Wahdê û Xalid de 5 çete hatin kuştin, 2 wesayît jî hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê, encamên pevçûnên li Daqoqê aşkera kir. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di 15'ê Mijdarê saet di 11.15'an de, çeteyên DAIŞ'ê di navbera gundên Wahdê û Xalidê ketin nava tevgerê. Li dijî van çeteyan hêzên me yên gerîla yekser bersiv dan. Di şerê li vir de 2 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin û 5 çete hatin kuştin. Pevçûnên li vir heta êvarê car caran dewam kir."