HPG: Em şehîdên xwe yên Herekolê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên sala 2017'an li Herekolê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em careke din soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi serketinê tacîdar bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên sala 2017'an li Herekolê şehîd bûn, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Li herêma Herekolê di Hezîrana 2017'an de di operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk de di navbera artêşa dijmin û hevrêyên me de yên li qadê şerekî giran qewimî ku bi rojan dewam kir. Hevrêyên me yên li Herekolê bi îradeya Apoyî berxwedaneke bêhempa nîşan dan û bi rengekî eşkere nîşan dan ku berdêl çi dibe bila bibe wê ji têkoşînê venegerin. Di şer û bombardûmanê de hevrêyên me Êriş, Jînda, Adil û Xebat 30'ê Hezîrana 2017'an şehîd bûn û cihê xwe yê bi rûmet li nava artêşa şehîdên nemir ên Kurdistanê girtin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Êriş Gelî Gever
Nav paşnav: Vahdet Ozkesîcî
Nav paşnav: Colemêrg
Dayik-Bav: Kazi-Alî
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2017 / Herekol

Nasnav: Jînda Avareş
Nav paşnav: Basra Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Ayşe-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2017 / Herekol

Nasnav: Adil Reşo
Nav paşnav: Osman Kaya
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Adalet-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2017 / Herekol

Nasnav: Xebat Goyî
Nav paşnav: Ferhat Tûnç
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Narînç-Adil
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2017 / Herekol

Qada Botanê di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Xaka Botanê ku gerîlayên Kurdistanê bi gel re lê bû yek, girseyî bû; yeekmîn berxwedan û serketina mezin a gerîla lê pêk hat, ji bo gerîla her tim bû mabet. Cografya Botanê ku her gerîla dixwaze biçe wir û lê têbikoşe, di encama keda mezin a Rêberê me û şehîdan de veguherî keleha berxwedanê. Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker, mîna doh îro jî qada Botanê xeta berxwedanê timî xurt kiriye û bûye mînaka şênber a biryardariya serxistina têkoşîna me.

ÊRIŞ GELÎ GEVER

Hevrêyê me Êriş sala 1987'an li Geverê ji dayik bû, ku ev herêm nûnertiya xurt a kevneşopiya şoreşgerî ya welatparêz dike. Hevrêyê me Êriş li nava malbatekê mezin bû ku bi welatparêziya xwe dihate naskirin. Tevlî karên ciwanan bû û bi vî rengî dest bi têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker kir. Di encama karên xwe yên xurt de hevrêyê me bû hedefa dagirkeran, hate girtin û piştî berxwedana li zindanê li dijî mêtingeriya dewleta Tirk sala 2013'an berê xwe da nava refên gerîla, ku gerîlatî weke rêya herî bi bandor a berxwedanê dît. Hevrêyê me di demeke kurt de li nava refên gerîla bi pêş ve çû, bi têkiliyên hevrêtiyê yên felsefeya PKK'ê ve hate girêdan û bû lêgerînerekî rastiyê. Hevrêyê me Êriş ku mînaka şênber a ruh û xeta milîtan e, dîtina Rêbertî weke xeyala herî mezin pênase kir û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîna her hevrêyî bi kedeke bêsînor têkoşîn danî ber xwe. Li Botanê bû fermandar û di asta pêşengiyê de tevlî bû. Bi pratîka xwe bû nûnerekî şareza yê Apoyî.

JÎNDA AVAREŞ

Hevrêya me Jînda li gundê Marînosê yê Colemêrgê, li nava malbateke welatparêz a dilsozê têkoşîna azadiyê ji dayik bû û mezin bû. Hevrêya me Jînda dît ku xeta berxwedanê ya li hemberî êrişên li dijî hebûna gelê me di şexsê PKK'ê de şênber bûye û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Bi taybetî kete bin bandora fermandarê hêja hevrê Avareş Marînos ku kekê wê bû, demeke dirêj li Botanê fermandarî kir û di berxwedana Kobanê de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Ji bo çeka hevrê Avareş li erdê nehêle û ala têkoşînê bilind bike, li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Li qada Botanê li ser mîrateya artêşbûna gerîlayên jin xwe perwerde kir, bi eşq û dilxwaziyeke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû û ji bo Îdeolojiya Azadiya Jinê ya bi felsefeya Apoyî hatiye diyarkirin bi cih bê anîn kedeke mezin da. Hevrê Jînda ku bêdawî bi Rêbertî û şehîdan ve dilsoz bû, timî lêkolîn dikir, xwe bi pêş ve dibir û perwerdekirina derdorê ji bo xwe weke wezîfeyeke xwezayî didît. Bi kesayetiya xwe dilnizm û şervanî her tim li pêş bû; hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran li qada şer her tim li refên pêş bû.

ADIL REŞO

Hevrê Adil li Sêrtê ji dayik bûye. Di temenekî ciwan de têkoşîna azadiyê ya gelê me ya ku PKK jê re pêşengtiyê dike nas kiriye û di nav xebatên ciwanan de cih girtiye.  Li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk a ku ji bo tunekirina îradeya gelê Kurd di sala 2015’an de dest pê kiriye, tevlî nav refên gerîlayan bûye û li qada Botanê di nava demeke kurt de bûye xwediyê pratîkeke xurt. Bi kesayetiya xwe ya mutewazî û kedkar di nav hevrêyên xwe de hurmeteke mezin ava kiriye, li hemberî dagirkerî û dagirkeriyê bûye milîtanekî mînak.  Di sala 2016’an de di berxwedana xwerêveberiyê ya Sêrtê de roleke çalak û pêşeng bi cih aniye, bi cesareta xwe ji gelek ciwanên Kurd re bûye îlham. Hevrê Adil her dem li ser felsefeya Rêbertî xwe kûr kiriye û hewl daye tiştên hîn bûye têxe pratîkê. Li ser axa Botanê ya ku gelekî jê hez dikir, gerîlatî kiriye û her dem bi vê heyecanê jiyayeye. Wî enerjiyeke xurt a şoreşger daye dora xwe. 

XEBAT GOYÎ

Hevrê Xebat li Şirnexê ji dayik bûye, dema ku rastiya Rêbertî û PKK’ê nas kiriye, piştî wexteke kurt tevlî nav refên gerîlayan bûye, di têkoşîna azadiyê de di asta herî bilind de cih girtiye.  Di temenekî ciwan de bûye fermandar û rola xwe ya pêşengtiyê bi cih aniye, di Têkoşîna Azadiya ya Kurdistanê de bêyî berjewendî bi fedaiyane xizmet kiriye. Di pratîka xwe ya li Botanê hemû peywirên dijwar bi cih aniye. Wî jiyîna bîranîna şehîdên Kurdistanê û tacîdarkirina serfiraziyê ya têkoşîna wan, ji xwe re kiriye hedef û li ser vê xetê têkoşîna xwe her dem geş kiriye. Wekî kedkarekî ji dil di nav hevrêyên xwe de hatiye naskirin û bi kesayetiya xwe ya rûken her dem germahiya rêhevaltiyê daye nîşandan.

Malbatên welatparêz ên hevrêyên me Êrîş, Jînda, Adil û Xebat di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd bi serfiraziyê tacîdar bikin."