HPG'ê li Heftanînê li leşkerên Tirk xist

HPG'ê ragihand ku hêzên wan di 25'ê Kanûnê de li herêma Heftanînê li dijî leşkerên Tirk çalakî pêk anîn. Hate destnîşankirin ku di van çalakiyan de derbên giran li çeper û stargehên artêşa Tirk hatin xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 25'ê Kanûnê de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

Hêzên me saet di 10:30'î de li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Hêzên me saet di 12:30'î de li dijî leşkerên li Girê Şehîd Axîn cara duyemîn çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Piştî çalakiyê saet di 14:30'î de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li derdorê barandin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."