HPG'ê du gerîla bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê du gerîlayên 25'ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Di 25'ê Tîrmehê de li herêma navbera gundên Dêraşe û Kanê yên navçeya Amediyê ya Duhokê ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa TC a dagirker hevalên me Hamza (Gokan Bûlût) û Şervan (Eyvas Gok) şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Hamza Tolhildan
Adı Soyadı: Gokan Bûlût
Cihê jidayikbûnê: Konya
Dayik-Bav: Zelîha - Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Tîrmeha 2019'an / Gare

Nasnav: Şervan Kato
Nav paşnav: Eyvas Gok
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hayat - Vecîp
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Tîrmeha 2019'an / Gare

Hevrêyê me Hamza sala 1975'an li navçeya Kûlû ya Konyayê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber bêderfetiya aborî perwerdeya xwe di nîvî de hişt û zor û zehmetiyên jiyanê di temenê biçûk de dît. Demekê li deverên cuda yên Tirkiyeyê kar kir û ji ber sedemên aboriyê koçî Ewropayê kir. Rastiya Kurdistanê li wê deverê baştir nas kir û mafdariya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dît. Hevrê Hamza demeke dirêj li Ewropayê kar kir. Zewicî û bavê du zarokan bû. Zanîbû ku divê ji bo azadiya gelê Kurd têbikoşe û xwest tevlî têkoşîna gerîla bibe. Di vê çarçoveyê de ji bo barê Şerê Gel ê Şoreşgerî hilde ser milê xwe sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Hamza di nava refên gerîla de bi kesayetiya xwe pak, têgihiştî û dilnizm her li pêş bû. Bi kedkarî û fedakariya xwe li ku deverê pêwîstî hebûya tevlî karê pratîkî dibû. Bi kesayetiya xwe ya gelparêz li her herêma ku lê kar kir ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel hewl da. Her tim bi ser pirsgirêkan ve çû û çareserî ji xwe re esas wergirt. Bi vê taybetmendiya xwe milîtanek bû ku li her herêmê ji aliyê gel ve dihate hezkirin. Ne tenê di nava hevalên xwe de her wiha di nava gelê Başûrê Kurdistanê de jî cihekî swe yê taybet hebû.

Hevrêyê me Şervan Kato sala 1996'an li navçeya Silopiya ya Şirnexê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi çanda Botanê mezin bû û ev çanda xwe parast. Li dijî êrîşên dewleta TC a faşîst ên li dijî Kurdan û dîroka Kurdan di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Şervan zilma li gelê xwe ti carî qebûl nekir û ji kêliya destpêkê ya têkoşîna xwe ya gerîla û pê ve hewl da afirîner be û xwe bi pêş ve bibe. Bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî ji aliyê gelê xwe ve hate hezkirin. Bi tecrûbeyên xwe yên xurt di nava jiyana gerîlatiyê de zehmetî nekişand, hewl da hemû berpirsyarî û wezîfeyên xwe bêkêmasî pêk bîne. Hevalê me Şervan bi sekna xwe ya bi moral enerjiyeke mezin da hevrêyên xwe hemûyan. Heta kêliya ku şehîd bibe ji bo azadiya gelê Kurd xizmet kir.

Em hevrêyên xwe Hamza û Şervan ên bi êrîşeke namerdane şehîd bûn bi rêz û minetdarî bi bîr tînin, di şexsê malbatên xwe yên hêja de sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Bîranîna van lehengên gel wê di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de her hebe û em soz didin ku em ê tola wan hilînin."