HPG'ê Bahoz Avaşîn ê li Zapê şehîd bû bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Bahoz Avaşîn ê li Zapê ji ber êrişa hewayî jiyana xwe ji dest da bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 7'ê Mijdarê de ji ber êrişa hewayî ya balafirên şer ên artêşa TC a dagirker a li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalê me Bahoz (Mûrat Onler) şehîd bû. Agahiyên der barê hevalê me yê şehîd wiha ne:

Nasnav: Bahoz Avaşîn

Nav paşnav: Mûrat Onler

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Meryem-Şukru

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Mijdara 2019'an / Zap

Hevrêyê me Bahoz Avaşîn li Mêrdînê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Li dijî zext, êşkence û qirkirina gelê Kurd di sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevalê Bahoz ji roja ku xwe gihand çiyayên Kurdistanê jiyana xwe diyarî azadiya gelê xwe kir û di vê oxirê de bi rengekî çalak li dijî dagirkeran şer kir. Bi sekna xwe ya dilnizm û kedkar bû mînak û her roj hewl da xwe di mijarên îdeolojîk û leşkerî xwe bi pêş ve bixe. Hevalê me Bahoz ku herî dawî li Zapê bi erk û berpirsyariya xwe radibû ji ber êrişa hewayî ya artêşa TC a faşîst tevlî karwanê nemiran bû.

Di serî de malbata hêja ya hevlaê me Bahoz em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin."