Hovîtiya li gundê Xerabê Bava û Talatê li bajarê Gavle hat şermezarkirin

Hovîtiya li gundê Xerabê Bava û Talatê li bajarê Gavle yê Swêdê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin.

Li ser banga Meclîsa Gel a Gavleborgê, Kurdistanî duh danê nîvro li meydana Storatorgetê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Piştgirî ji bo Nisêbînê" vekirin. Çalakgeran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û alên PKK'ê hildan û bi dirûşman hikûmeta AKP'ê şermezar kirin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Gavleborgê Mahmût Tak li vê meydanê axivî û diyar kir, hikûmeta AKP'ê û Erdogan, ji bo rejîma xwe ya serweriya şexsekî ava bikin, dixwazin hemû astengiyên li pêşiya xwe rakin û ji ber vê yekê êrîşên giran li dijî HDP û gelê Kurd dike.

Tak, girtina Hevserokên HDP'ê û bi hezaran siyasetmedar, parlamenter û hevşaredar bibîr xist û destnîşan kir, ku tevî van girtinan, dewleta Tirk li Kurdistanê zexteke giran û komkujiyên mezin dike.

Tak got, "Dewleta ku li Nisêbînê têk çû, niha jî êrîşî gundan dike. Li Xerabê Bava û Talatê îşkenceyên hovane dike. Divê rejîma AKP'ê derhal dest ji van kirinên xwe berde."

Battel Batte û Jin Akgul Haco jî êrîşên hkiûmeta AKP'ê yên li Kurdistanê û girtina siyasetmedarên Kurd şermezar kir. Qisekeran bang li Kurdistanî û dostên wan kirin, ku di dengdana 8-9'ê Nîsanê de, ku ji bo referandûmê li Swêdê tê kirin, dengê 'NA' bidin.

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Nisêbîn ne bi tenê ye" û "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime" qediya.