Hovîtiya dewleta Tirk: Bi derba kuştinê li zarok dan, ew avêtin çalê

Li navçeya Licê ya Amedê polîsên Tirk bi derba kuştinê li zarokekî 14 salî da, dest û pêyê wî girêdan û ew avêtin çalê.

Li navçeya Licê ya Amedê zarokê bi navê Y.D. (14) duh bi şev dema bi hevalê xwe yê 10 salî vedigeriya malê ji aliyê polîsan ve hate sekinandin, dûre hate revandin û êşkencekirin. Zarokê ku bêyî sedem revandin ewilî birin zeviyeke talde ya li ser rêya gund. Dû re polîsan li Y.D. ferz kirin ku bêje ‘Ez Tirk im’ û çêrî Kurdan bike û ‘Sirûda îstîklalê bixwîne’. Polîsan dev, dest û lingên zarokê ku bi îşkenceyê anîn ber mirinê girêdan û danîn nav çirava li kêleka çem. Di tariya şevê de gundiyek bi zarok hesiya û ew rakirin nexweşxaneyê. Tê diyarkirin xetere heye ku çavekî zarok êdî nebîne.

Y.D. ku anî ziman çar polîsan êşkence li wî kirine wiha got: “Ez birim cihekî talde. Gotin ‘bêje ku ez Tirk im.’ Bi qûndaxa çekê li min xistin, pişt re jî dest û lingên min girêdan. Dû re jî ez avêtim çalekê.”

Parêzerê malbatê Ramazan Karaalp, tiştên bi serê Y.D. hatin wiha vegotin: “Zarok li navenda navçeya Licê dijî. Dema êvarî bi hevalekî xwe re vedigere malê polîs wî disekinînin. Hevalê wî yê 10 salî berdidin û wî dibin cihekî talde. Bi qûndaxa çekan lê didin. Hem li zarokî dixin hem jî her tim jê dixwazin ku bêje ‘Ez tirk im, çêrî Kurdan bike’. 

GEF LÊ ZAROK TÊ XWARIN 

Piştî ku zarok van nake jê dixwazin Sirûda Îstîklalê ji ber bike. Jê re dibêjin heke tu ji ber nekî ‘Em ê werin te bikujin’. Pişt re diavêjin nav çirava kêleka çem ê di nav navçeyê re derbas dibe. Bi awayekî dev, dest û lingên wî girêdayî li wir dihêlin. Gundiyekî ku li sewalên xwe yên li govê dinêrî li ser dengên bihîstî pê dihese. Û dibe nexweşxaneyê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Licê rapora lêdanê didine zarok û wî sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê dikin. Zarok niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û xetere heye ku çavekî wî êdî nebîne. Ji çavê wî xwîn tê û nikare çavê xwe veke.”