Hollande û Pûtîn li ser pirsgirêka Ûkraynayê axivîn
Hollande û Pûtîn li ser pirsgirêka Ûkraynayê axivîn
Hollande û Pûtîn li ser pirsgirêka Ûkraynayê axivîn
Serokkomarê Fransayê François Hollande yê ji bo hin danûstandinên fermî çû Kazakîstanê, di rêya vegerê de, bi biryareke surprîz çû Moskowê û bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kir.
Pûtîn û Hollande li Balafirgeha Vnukovo-2 hevdîtin kirin û li ser mijara krîza li Ûkraynayê rawestiyan. Li dû hevdîtina bi qasî du saetan dewam kir Hollande daxuyaniyeke kurt da û got, "Bi dîtina min, ji bo rakirina dîwarên me ji hev cuda dike, em bi têrkerî nexebitîne. Em niha neçar in astengiyan rakin û çareseriyê peyda bikin." Pûtîn jî got, "Problem zehmet e, lê çi dibe bila bibe muzakere encamên erênî bi xwe re tînin. Ev serdana we ya demkurt, bêguman ji bo dîtina çareseriya pirsgirêkê, wê alîkariyê bide me."
Li aliyê din Serokdewletê Ûkraynayê Vîctor Poroşenko da xuyakirin ku wê hevdîtinên duyemîn ên Mînskê destpê bikin. Poroşenko wê bi nûnerên alîgirên serxwebûnê yên Rûs re vê hefteyê li paytexta Belarûs Mînskê hevdîtinê bike. Di hevdîtinê de wê nûnerên Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê Ewropa û Rûsya jî amade bin.