Hizba Zehmetkêşan betalkirina lîsansên kanalên Kurdî şermezar kir
Hizba Zehmetkêşan betalkirina lîsansên kanalên Kurdî şermezar kir
Hizba Zehmetkêşan betalkirina lîsansên kanalên Kurdî şermezar kir
Buroya ragihandinê ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistan, bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku, betalkirina lîsansên her sê kanalên Kurdî ne li gorî prensîbên azadiya çapemenî û ragihandinê ye.
Buroya ragihandinê ya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê biryara Danîmarkayê ya betalkirina lîsansên ROJ TV, NÛÇE TV û MMC şermezar kir û wiha hat gotin: “Biryara dadgeha Danîmarka ya der barê girtina kanalên Kurdî ROJ TV, NÛÇE TV û MMC em kirine nav gumanan. Em vê biryarê wek astengkirina azadiya rojnamevaniyê dibînin û em bang dikin da ku Danîmarka vê biryara xwe paşde bide. Ji ber ku ev biryar ne tenê azadiya çapemeniyê ya li wî welatî demokrasiya li wî welatî jî dixe nava şik û gumanan.”