Koç diyar kir roja pêşî ya dengdanê çûna ser sendoqê ji ya ku wan hêvî dikir kêmtir bûye û got, ‘hilbijêrên me divê biherikin ser sendoqan. Hemû komîsyonên me yên hilbijartinê divê bi rihekî seferber bixebitin.’’
DU PÛSÛLAYÊN DENG HENE
Koç diyar kir ku hin agahî hatine ber destê wan ku di roja pêşî ya dengdanê de hin kêmasî çêbûne û hişyarî da hilbijêran.
Koç bi bîr xist ku hilbijartina 24’ê Hezîranê hem parlamenter têne dengdan û hem jî serokkomar û ji bo vê jî 2 pûsûlayên deng hene. Koç got, ‘’Hin hilbijêrên me tenê deng didine namzetê me yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş û pusulaya dî ku amblema partiyan lê heye mohr nekirine.’’
Koç got divê 2 deng werin bi kar anîn, yek jê ji bo hilbijartina parlamenteran divê li bin logoya HDP’ê bixin û ya dî jî ji bo hilbijartina serokkomariyê jî mohra ERÊ yan jî TERCÎH’ê li bin navê Selahattîn Demîrtaş bixin.
Koç dîsa bi bîr xist ku nivîsa li pusulayan, an jî îşaretek dengê ku hatî bikaranîn dikuje û got du pusulayên dengan divê têxin heman zerfê, piştî ku devê wê hate girtin divê mirov bavêje sendoqê.
‘DENGÊ KU NAYÊ BIKARANÎN JI FAŞÎZMÊ RE DIÇE’
Koç bal kişande ser giringiya dengan û got, ‘’Her dengê ku nayê bikaranîn ji faşîzmê re diçe. Hişmendiya faşîst li ser sendoqê jî bi rengekî blok li dij me tevdigerin. Hemû Kurdidstanî, demokrat, sosyalîst li dijî vê faşîzmê û dîktatoriyê divê dengê xwe bidin. ‘’
DERENG NEMÎNIN, DENG BIDIN
Koç got beriya ku dereng bimînin divê zûtir deng werin bikaranîn û got, ‘’Li hemû welatan li navenda civakê otobê hatine girtin. Hilbijêrên ku dixwazin dengê xwe bidin dikarin xwe bigihînin navendên me yên civakê. Çi qas dûr ve jî, li kûderê be jî hevalên me wê biçin rahêjin wan û ji bo ku deng bidin wê wan bibin navenda hilbijartinê. Her wiha li ser hemû sendoqan hevalên me yên muşahîd, rayedarên me hene. Di dengdanê de ku pirsgirêk çêbibe dikarin serî li hevalên me bidin.’’
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka