Hisên Şawîş: Şoreşa Rojava şoreşa jiyana komunal e
Hisên Şawîş: Şoreşa Rojava şoreşa jiyana komunal e
Hisên Şawîş: Şoreşa Rojava şoreşa jiyana komunal e
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Hisên Şawîş şoreşa Rojava weke şoreşa jiyana komunal a dûrî hişmendiya dewletê ya desthilatdar bi nav kir û da zanîn ku jiyana komunal xwe dispêre civakê.
Cîgirê Serokê Desteya Perwerde û Hîndekarî ya herêma Cizîrê û Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Hisên Şawîş der barê pêngava avakirina komunan li tevayî Rojavayê Kurdistanê de got ku komun xaneya bingehîn ku Neteweya Demokratîk li ser tê avakirin û da zanîn ku têgîna Neteweya Demokratîk xwe dispêre bingeha gel, lê sîstema dewletê ji jor ber jêr ve xwe birêxistin dike.
Girêdayî mijarê Şawîş wiha bersiv da pirsên ANHA'yê.
Komun çawa demokratîk e û bandora wê li ser civakê çi ye?
Komun civaka xwezayî ya demokratîk e. Dema em behsa Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin wê demê em behsa vegera ber bi civaka xwezayî ve dikin. Di encama siyaset û desthilatdariya dewletê de civak ji xwezaya xwe derketiye. Em civakê ji nû ve ava nakin, lê belê em civakê vedijînin û vedigerînin rastiya wê ya xwezayî. Komun danûstandina di navbera endamên komunê de. Komun ji ber endamên wê bi xwe rêveberiya xwe hildibijêrin bi awayekî yekser demokratîk e. Endamên komunê hev nas dikin, bi hev re dijîn, çanda hevdu dizanin, bi hev re jiyana dikin û hemû pêdiviyên jiyan xwe peyda dikin. Dirûşma komunê 'Kes ji bo komê, kom jî ji bo kes e' ye.
Gelo mozaîka gelê Rojava ji bo avakirina komunan zemîn e?
Pirrengî û piralî bi taybetî di aliyên civakî û çandî de ji bingehên pêwîst ên komunê ne. Her çandek bi taybetmendiyên xwe komunê xêz dike. Wekî mînak em dikarin bêjin taxên Sûryaniyan komunên xwe li gorî taybetmendiyên Sûryaniyan û taxên Ereban li gorî taybetmendiyên xwe û yên Kurdî û hwd jî wiha komunên xwe ava dikin. Taxên ku têde gelek pêkhate bi hev re dijîn û bi çandên xwe dewlemend in, ji bo avakirina komunê nabin astengî. Di komunan de komîteyên çandî hene.
KOMUN XANEYA BINGEHÎN A RÊVEBERIYA XWESER E
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bedena pratîkî ya Neteweya Demokratîk e. Di vê projeyê de komun xaneya bingehîn e. Ji bo rêveberiyê aliyên rêveberî, zagonî û dadwerî hene. Ji bo komunê jî makanîzmeyên rêveberî, zagonî û dadwerî hene, lê nabe ku yek şûna ya din bigre. Têkiliyan di navbera wan de tenê li ser esasê koordînekirinê ye. Di hin kiryaran de dibe ku dibe ku bi hev re nakok bibin. Cudahiya di navbera komun û meclîsê de ew ku meclîs di çarçoveyeke ji komun firehtir ku nagihêje kûrahiya civakê kar dike, lê komun hemû beşên civakê di nava xwe de digire. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku komun temsîl û pêkanîna rast a demokrasiya rasteqîne li Rojava ye.
Tecrûbeya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe yên çandî û civakî tecrûbeyeke pêşketî di aliyê birêxistinkirina civakê ku xwe bi xwe birêve bibe. Hevaltiya rasteqîne, cîrantî û hemû nirxên civakî bi xwedê nirxên komunalî ne. Komîn ji aliyê rêxistinî, hevkarî û parastinê ve bi xwe xaneya demokratîk a civakê ye.
Çi li pêşiya komunê dibe astengî?
Di têgihiştina feraseta komunê ji aliyê civakê de astengî heye. Ji ber tunebûna kadroyên perwerdekirî ku di aliyê feraseta komên zana û têgihiştî wekî tê xwestin astengî hene. Kesê ku beşdarî komunê bibe divê dîrok û rastiya komunaltiyê zanibe. Me karîbû bi rêya perwerdeyan xwe bigihînin beşeke civakê û wî bi têgîn û ferasta komunaltiyê binasînin.
Em baş bawer dikin ku ji bo veguhertina hişmendiya dewleta desthilatdar ber bi hişmendiya komunal, civakî û demokratîk ve perwerde çareseriya tekane ye. Bi rêya gotûbêjan, rexne, rexnedayîn û guhdarkirina li nerînên cuda em dikarin hemû şaştiyên ku dema avakirina komunan derdikevin derbas bikin, her wiha komunên ku dema dawiyê hatine avakirin û li gorî xwestekê nehatine aktîfkirin xurt bikin da ku bibin bersiva pêngavê. Em dikarin bêjin ku me şoreşeke komunalî di vî alî de pêk aniye.
KANTON JI BO SÛRİYEYÊ NE PARÇEKIRIN, YEKÎTÎ NE
Ji bo beşdarbûna pêkhateyên din di jiyana komunal de, du şêwazên avakirina komunan hene. Em dikarin wekî mînak bêjin ku komunên Asûrî, Erebî, Kurdî hene û ev yek jî li gorî çand û nasnemayê tên avakirin. Tevî vê jî komun hevbeş hene, ev komun jiyana hevpar û hevbeş a Rojavayê Kurdistanê diyar dikin.
Sûriye ya pêşerojê wê li ser vî şêwazî be. Wê komun werin avakirin, piştre rêveberiyên herêmî bi rêya kantonan tên avakirin. Kanton nayên wateya parçekirinê. Bi vê yekê jî wê yekîtiya Sûriyeyê pêk were.
Komun, rêveberiyên herêmî yên Xweseriya Demokratîk in. Şoreşa Rojava şoreşa jiyana komunal e. Ev jiyan dûrî hişmendiya dewletê ya desthilatdar e. Armanc jê ew e ku gel xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ev jiyan ji bo tevahiya Sûriye û Rojhilata Navîn nimûne ye. Ev nimûne di dema niha de çareya herî pêş e û ji ber vê jî wê li van herêman pêk were.
Çawa komun ji teoriyê dikeve pratîkê?
Ya girîng ew e ku hemû komîteyên girêdayî komunan werin aktîfkirin da ku ji rastiya xwe ya teorîk ber bi ratiya pratîkî ve werin veguhertin û dest bi xizmeta gel di hemû aliyan de bikin.
Ji bo vê jî divê hemû komîte bi awayekî wekhev bi hev re bêyî ku yek ji yekê dereng bimîne, bimeşin û lingên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên wekî aborî, çandî û siyasî pêk bînin. Bi vê yekê em ê di hemû aliyên jiyanê bi awayekî giştî û hevtemamî bigihêjin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk.
Hemû komîte di yek rade û astê de kar nakin û ji bo vê jî yek ji ya din dereng dimîne. Ev jî dihêle ku niha di karê hin komîteyên girêdayî komunan de nakokî û kêmasî hebin. Divê em xaka xwe bernedin. Divê em xwe bi xak û ava xwe bigrin da ku li ser wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû pêkhateyan re ava bikin."