BI DÎMEN

Hiqûqnas Geisweid: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê girîng û jiyanî ye

Hiqûqnasa Elman Heike Geisweid tecrîda li ser Abdullah Ocalan weke "binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan" nirxand û anî ziman ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî girîng û jiyanî ye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara sala 2014’an de cezayê muebbeta girankirî yê bêyî derfeta berdana bişert ê li Rêber Apo hatiye birîn, weke binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ku qedexeya êşkenceyê sererast dike dît û biryara binpêkirinê da. DMME’yê biryar da ku “Mafê hêviyê” yê Rêber Apo hatiye binpêkirin û ji Tirkiyeyê xwest ku vê rewşa rê li ber vê binpêkirinê vekirî sererast bike. Bi ser re 10 sal derbas bûn lê Tirkiyeyê ti gav neavêt. Di serî de parêzerên Rêber Apo, gelek rêxistinên maf û hiqûqê ji bo Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara DMME’yê bişopîne serlêdan kirin. Di serlêdanan de hat xwestin ku zext li Tirkiyeyê were kirin ku têkildarî “Mafê hêviyê” gavên şênber biavêje.

Di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de nîqaşên nû tên kirin lê destûr nayê dayin Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di 23’yê Cotmehê de biraziyê Rêber Apo û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin kir. Rêber Apo, di hevdîtinê de got ku tecrîd didome.

1500 parêzerên ku ji 30’î zêdetir welatî ji bo ku bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê ya Tirk dabûn. Yek ji van jî parêzera Elman Heike Geisweid e. Parêzer Heike Geisweid têkildarî tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo û “Mafê hêviyê” ji ANF’ê re axivî. 

‘OCALAN 23 SEATAN DI BIN KÎLÎTÊ DE TÊ GIRTIN’

Hiqûqnasa Elman Heike Geisweid anî ziman ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ên ji bo Ocalan dabû hene û pêk nayên û wiha got: “Abdullah Ocalan ev 25 sal in di girtîgehê de ye û piraniya vê demê li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî de derbas kir. Têkiliya Ocalan bi 4 girtiyên din re kêm e û ji sala 2019’an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ocalan rojê 23 saetan di bin kîlîtê de tê girtin. Rewşa heyî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û bi ti awayî nayê qebûlkirin. Divê şert û mercên girtîgehê bên başkirin.”

QEBÛLKIRINA REWŞÊ ŞERMA CÎHANÊ YE

Heike Geisweid bal kişand ser biryara "Mafê hêviyê" ya ku di sala 2014'an de ji aliyê DMME'yê ve hat dayîn û wiha pê de çû: “Ev tê wateya kesê ku cezayê muebetê lê hatiye birîn, neyê berdan. Bi vê re xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike. Ev xal qedexekirina êşkence û muameleya biçûkxistinê vedihewîne. Tirkiyeyê vê biryarê nexistiye nav pergala hiqûqê. Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) bi qasî tê xwestin zext nekirin. Yekîtiya Ewropayê jî ji ber têkiliyên siyasî û aborî xwe ji zextên li ser Tirkiyeyê dûr xist û dewletên rojavayî bêdeng man. Şerm e ku raya giştî ya cîhanê vê rewşê qebûl dike û paşguh dike.”

‘OCALAN DI ÇARESERIYÊ DE ROLA SEREKE DILÎZE’ 

Hiqûqnasa Elman Heike Geisweid li ser rol û mîsyona Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî nirxandin kir û wiha domand: “Tecrîd ne tenê li ser Ocalan e, li ser girtiyên siyasî jî tê meşandin. Abdullah Ocalan ne tenê girtiyek e, di çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de jî roleke sereke dilîze. Eger li Tirkiyeyê çareserî ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, ev yek tenê bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re pêkan e. Ji bo vê jî azadiya Ocalan gelekî girîng e û jiyanî ye.”

BANG LI CIVAKA NAVNETEWEYÎ KIR

Hike Geisweid diyar kir ku wan bi kampanyayeke bi îmzeya 1500 parêzerên ji 30 welatên cîhanê nameyek ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re nivîsandin û wiha bi dawî kir: “Ocalan 25 sal in di girtîgehê de ye û yek ji girtiyên ku herî zêde di girtîgehê de maye ye. Divê hemû civaka navneteweyî ji bo parastina mafên mirovan li dijî Tirkiyeyê bikevin nava tevgerê û zextên siyasî li hikûmeta Tirkiyeyê bikin. Abdullah Ocalan di nava kesên ku divê pêşî bê berdan de ye. Azadiya Ocalan ne tenê pirseke mirovî ye, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li herêmê jî gaveke jiyanî ye.”