Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê 87’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî ji aliyê Meclîsa Gel a Kurd ve çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakiya ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin, di şexsê Seyîd Riza û hevalên wî de ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de ku çira hatin vêxistin û timî dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Liverpoolê Eylem Colemêrg di bîranînê de axivî û diyar kir ku yek ji pêşengên gelê Kurd Seyîd Riza di dîroka Kurdistanê û têkoşîna edaletê de şopeke kûr hiştiye û got: “Em ê bibin parçeyek têkoşîn û lehengiya Seyîd Riza û vê têkoşînê mezin bikin.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Seyîd Sûrûç Seyîd Riza û hevalên wî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî û got: "Neviyên Seyîd Riza wê têkoşîna azadiyê bidomînin. Ji Dersimê heta Amedê, ji Rojava heta Rojhilat têkoşîna ku li hemû Kurdistanê hiştine bidomînin. Em ê têkoşîna bi rûmet a Seyîd Riza mezin bikin, ev rejîm û pergala faşîst a nîjadperest teqez wê hilweşe."
Endamê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Mehmet Bîlîr jî diyar kir ku Komkujiya Dersimê di bîranîna gelê Dersimê de birîneke kûr e û anî ziman ku komkujî sûcê mirovahiyê ye.
Piştî axaftinan sînevîzyon hat pêşandan. Her wiha nirxandina endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Şehîd Kasim Engîn a têkildarî Komkujiya Dersimê hat guhdarîkirin.
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.