Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Serokekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û endamên meclisê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li ber Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî axivîn. Jinan pankartên bi nivîsa "Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, li dijî tundiya dewletê ya li ser jinan di serhildanê de ne", û "Jin jiyan azadî" hilgirtin.
Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de diyar kir ku bi starta 7'ê Mijdarê dane re wan li her qadê tundî bi her awayî eşkere kirine. Halîde Turkoglû bal kişand ser rola Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya di warê tundiya li ser jinê de ya di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de li dijî her cure destkeftiyên jinan û wiha got: “Divê ev wezaret li dijî tundiya li ser jinê têbikoşe, lê berovajî vê yekê dike. Destkeftiyên jinan hedef digire. Wezareta ku divê dawî li xizaniya jinê bîne, berovajî vê dike. Digel ku divê ev wezaret mafê jiyanê yê zarok û jinan biparêze û îstismarkirina zarokan ji holê rabike, lê dîsa jî dema ku dor tê ser rêgezên qanûnî yên wekî zewaca di temenê biçûk de gotinek nabêje. Dema ku ev wezareta ku divê pirsgirêkên jinên astengdar û jinên ku ji lênêrîna astengdaran berpirsyar in çareser bike, zarok û jinên astengdar li van navendên rehabîlîtasyonê dikek hedefa tundiyê. Ev wezaret der barê vê yekê de tu daxuyaniyê nade. Li herêma erdhejê jin dibin hedefa tundiyê, xizaniyeke kûr dijîn û pêwîstî bi kêmkirina bandorên erdhejê heye, ev wezaret erkên xwe yên li herêma erdhejê bi cih nayîne, li dijî tundî û îstîsmara ku li ser jinan tê kirin dernakeve.”
Halîde Turkoglû, diyar kir ku wezaretê bi zîhniyeta serdest a mêr re tifaq çêkiriye û wiha pê de çû: “Wezaret di dema hevdîtinê budçeyê de bi zîhniyeta serdest a mêr li pişt deriyên girtî lêkolîna budçeyê dike. Li şûna ku pirsgirêkên jinan çareser bike, budçeya xwe bi polîtîkayên malbata serdest a mêr çêdike. Ev wezaret jinan naparêze. Çawa ku mafê jiyanê yê jinê naparêze, di nava civakê de jî di pozîsyona parastina wekheviya jin û mêr de cih nagire. Em îro li vir in ku polîtîkayên vê wezaretê eşkere bikin. Em ê eşkere bikin, çawa ku em eşkere bikin, divê em gotinên xwe jî zêde bikin. Em îro li vir ji gelek cihan hewl didin têkoşîna jinan, daxwazên jinan û gotinên jinan bînin ziman. Em dixwazin ev wezaret li ser mafên jinan bixebite û polîtîkayên 'çawa zêdekirina destkeftiyên jinan', bi tevgerên jinan re bê cem hev, bi siyasetmedarên jin re bê cem hev û li ser çawaniya pêkanîna siyaseteke hevpar nîqaş bike. Lêbelê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî wezaretek e ku bi mêran re tifaqê çêdike. Yanî îttîfaqa xwe ava kir da ku zîhniyeta serdest a mêr di vê civakê de hîn zêdetir mezin bibe, zayendperestî serwer bibe û li her derê nîqaşên tundiyê û cudakarî zêde bibin."
Halîde Turkoglû wiha berdewam kir: “Tifaqek wisa ava kiriye ku li şûna ku bi tevger, însiyatîf û platformên jinan re bixebite, bi komeleyên ku li gorî xwe maqûl in re dixebite. Ji ber ku dema bi Rêveberiya Karûbarên Diyanetê re dixebite, bi zîhniyeteke ku wekheviya jin û mêr li dijî cewherê xwe dibîne, pêk tîne. Vê yekê bi Diyanetê re pêk tîne ku dibêje zewaca di temenê biçûk de rewa ye. Dema ku li ser vê bingehê polîtîka dimeşîne, saziya perwerdehiyê ji bo vê zihniyetê di gelek waran de mezin bike, her hewl dide. Dibe ku her hewl bidin, polîtîkayên ku jin û şîdetê dimeşînin pêk bînin, lê weke jinên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, divê em bi têkoşîna xwe xweparastin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Hatina me ya îro ji rastiya me ya rêxistinbûyî tê. Têkoşîna azadiya jinê, xweparastina rast a jinê ye. Bi gotineke din dema ku jin serî hildidin û dengê xwe bilind dikin, ji bo rawestandina kuştina jinan têdikoşin. Ji ber ku dema ev wezaret erka xwe pêk neynin, em sûcên wan li kolan û qadan eşkere dikin da ku erka xwe bi cih bînin.
Mixabin li vî welatî şer li dijî jinan tê meşandin. Her roj qetlîam li jinan tê kirin. Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî, di sala 2023’an de li cîhanê her 10 deqîqeyan jinek tê qetilkirin. Ev bûyereke tirsnak e. Mixabin li vî welatî her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Serdestên vî welatî li kîjan bajarî dibe bila bibe, bi polîtîkayên ku di derbarê jinan de diafirînin hejmara kuştina jinan zêde dikin. Em li vir dîsa we hişyar dikin. Polîtîkayên ku hûn hildiberînin dibin sedema komkujiyan. Jin li her derê û bi her awayî dibin hedefa tundî û cudakariyê. Em dizanin ku îro jin ji şîdeta aborî bigire heta şîdeta fizîkî, ji şîdeta zayendî heta şîdeta hestyarî û şîdeta dîjîtal bi gelek şêweyên şîdetê re rû bi rû ne. Di têkoşîna li dijî vê tundiyê de em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin bikin û xweparastinê pêk bînin.
Ev welat hem li erdnîgariya Rojhilata Navîn hem jî di nava xwe de dev ji polîtîkayên şer bernade. Em dizanin ku jin û zarok hedefa her şerî ne. Nîşaneya van polîtîkayên şer jî antîdemokratîkbûn, rawestandina azadiyê û paşguhkirina wekheviyê ye. Îro jî van polîtîkayan xwe weke polîtîkayên qeyûm nîşan dide. Qeyûmên ku li Xelfetî, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg û Esenyurtê hatine wezîfedarkirin polîtîkayên ku demokrasiya herêmî rawestînin ne. Ev polîtîkayên ku dibin sedem ku civak hêviya xwe ya aştî û azadiyê rawestîne. Em dizanin ku qeyûmên ku 8 sal in hatine tayînkirin her tim jin kirine hedef. Em ê bi hevserokatiyê û pergala nûnertiya wekhev a li dijî zîhniyeta qeyûm a ku îradeya jinan desteser dike û mafê hilbijartinê distîne, bi biryar bin û em ê vê biryardariyê mezin bikin."
Îro 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan e û em ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin. Mixabin îro kes nikare behsa zarokan û mafên wan bike. Rojeva me ya sereke qetlîamên zarokan, zarokên ku rastî îstîsmarê hatine, yan jî zarokên ji ber xizaniyê jiyana xwe ji dest didin, yan jî bi keda zarokan tên îstismarkirin e. Belê, em behsa van dikin. Lê dema ku divê em bahse mafê jiyanê yê zarokan û rastiya hebûna wekhev a di nava vê civakê de li vî welatî bikin, zêdebûna komkujiya zarokan bûye rojeva me ya sereke. 20'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Bîranîna li Dijî Sûcên Nefretê ye. Hedefa sereke ya polarîzekirina siyasetê li vî welatî kesên xwedî nasname û meylên zayendî yên cuda ne. Em dizanin ku ev kîn jî vediguhere qetlîamekê. Em weke yên ji bo jinê, ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, em ê bi hev re têbikoşin ku bi hemû cudahiyên xwe di nava vê civakê de hebûna xwe bimeşînin. Di vî warî de em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî ya li dijî gotinên nefretê û sûcên nefretê berfirehtir bikin. Di 25’ê Mijdarê de em ê li her derê, li her qadê serhildana xwe ya li dijî her cure tundiyê mezin bikin. Em ê li kêleka hev bibêjin em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, li dijî tundiya mêr-dewletê di serî de ne, em ê hevgirtina xwe mezin bikin, em ê bibin serhildana jinan û têkoşîna me û hêrsa me wê hîn zêdetir bibe. Têkoşîna me ya azadî û wekheviyê wê bibe pirsgirêka bingehîn a vî welatî. Em dizanin ku jin wê bi ser bikevin, bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan wê jiyan û hevgirtin pêk were."