Li Marsilyayê panela 25’ê Mijdarê hat lidarxistin
Li Marsilyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî panel hat lidarxistin.
Li Marsilyayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî panel hat lidarxistin.
Li bajarê Marsilya yê Fransayê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî panel hat lidarxistin. Panel li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Guneş Ardiç weke axaftvan tevlî panelê bû. Panel bi rêzgirtina şehîdên şoreşê û xwişkên Mîrabela dest pê kir.
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Guneş Ardiç di panelê de axivî û bal kişand bi ser Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd.
Di panelê de nêzî saetekê pêşkêşî hat kirin û piştre bi pirs û nirxandinan dewam kir.
Panel bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.