Li Awûstûryayê, piştî hilbijartinên giştî yên meha Îlonê hatin kirin, ji bo avakirina hikumeta koalîsyonê lihevkirina destpêkê pêk hat. Serokkomarê Federal Alexander Van der Bellen ji bo avakirina hiumetê erk da Şansolyeyê Federal ê ji Partiya Gel (OVP) Karl Nehammer.
Piştî hevdîtinên ji çeçnd tûran, Nehammer ragihand ku koalîsyona bi Partiya Sosyal Demokrat (SPO) û Awûstûrya Nû û Forûma Lîberal (NEOS) pêşniyar kiriye. Bi vî rengî wê yekemcar li Awûstûryayê koalîsyoneke ji sê partiyan ava bibe. Di nava koalîsyonê de wê Partiya Azadiyê ya rastgiriya tund (FPO) nebe.