Hiqûqnas: Biryar li dijî hiqûqê ye
Hiqûqnas: Biryar li dijî hiqûqê ye
Hiqûqnas: Biryar li dijî hiqûqê ye
Hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî redkirina daxwaza berdana parlamenterên BDP'ê yên girtî dan. Prof. Dr. Mîthat Sancar got, "Diviyabû wekîl bihata berdan" û pêşniyar li Meclîsê kir ku tavilê bikeve navberê. Prof. Dr. Kaboglû jî got, "Pêwîste dadgehên heremî li benda serlêdana şexsî ya her parlamenteran a li Dadgeha Destûra Bingehîn nemîne û wan serbest berdin."
PROF. DR. SANCAR: KÊFÎTÎ, NENASKIRINA HIQÛQÊ
Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê Prof. Dr. Mîthat Sancar ji ANF'ê re axivî û got, "Diviyabû daxwaza serbestberdana parlamenterên BDP'ê bihata qebûlkirin. Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn li holê ye û gelekî zelal e. Darizandina demdirêj a wekîlan bi du sedeman dinirxîne; li dijî destûra bingehîn e û binpêkirina mafên mirovan e. Binpêkirina hem azadiya takekes, hem jî binpêkirina mafê temsîlkariyê; Yanî weke binpêkirina mafê temsîl dike, dinirxîne. Biryara Mûstafa Balbay tê vê wateyê. Bi van her du sedeman re serlêdana Balbay qebûl kir, heman sedem ji bo wekîlên BDP û serbixwe jî derbasdar in. Redkirina daxwaza berdanê kêfiyetî ye, nenaskirina hiqûqê ye."
Prof. Dr. Sancar da xuyakirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn dadgeheke temyîzê nîne, dadgeha herêmî jî xwedî erka xerakirina biryara wê ye. Prof. Dr. Sancar diyar kir ku redkirina daxwaza berdana parlamenterên BDP'yî nîşan dide ku dadgeh bi cotstandartî tevdigerin û got, "Dadgeh hiqûqê li pêş çavan nagirin û nêzîkatiyek bi nêrînên cuda tevdigerin."
Prof. Dr. Sancar da zanîn ku divê Meclîs bi lezgînî guhertineke qanûnî ya rê li ber berdana wekîlên girtî veke, bike.
PROF. DR. KABOGLÛ: BÊYÎ LI BENDA SERLÊDANÊN ŞEXSÎ BISEKINE...
Serokê Beşa Zanyariya Bingehîn a Hiqûqa Destûra Bingehîn a Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Îbrahîm Kaboglû jî anî ziman ku biryara Dadgehên xwedî erka taybet ên Amedê dikarin bi du aliyan werin nirxandin û destnîşan kir ku ev yek jî, bandora yekser û bandora neyekser a biryara serlêdana şexsî ne.
Prof. Dr. Kaboglû got, "Dadgeha Destûra Bingehîn di biryarên Haberal û Balbay de di navbera xalên 19 û 67'an ên Destûra Bingehîn de têkiliyek danî û ragirtina parlamenteran a demdirêj weke dijberiya Destûra Bingehîn dît. Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo parlamenterên din jî derbas dibe, lewma divê dadgehên erkdar bêyî li benda serlêdana şexsî ya her parlamenterê bisekine, wan serbest berdin. Ev pêwistî, encama xwezayî ya sedema naskirina mafê serlêdana şexsî ye."