Hiqûqnas bertek nîşanî dîlgirtina hempîşeya xwe dan

Hiqûqnas jinûve girtina parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ya li ser daxwaza dozgeriyê, protesto kirin û daxwaza berdana hempîşeya xwe kirin.

Parêzer Şuheda Ronahî Çîftçî ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ya bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 20’ê Sibatê de hatibû girtin û di 28'ê Hezîranê de hatibû berdan, di 30'ê hezîranê de li ser îtiraza dozger careke din hatibû girtin. Rêxistinên hiqûqê û parazvanên mafên mirovan li gelek bajaran bi daxuyaniya hevpar jinûve girtina Çîftçî şermezar kirin. 

AMED

Şaxa OHD’a Amedê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku gelek endamên OHD’ê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tev li bû de Rêveberê Navenda Giştî yê OHD’ê Mûhîttîn Mûgûç axivî. Mûgûç, diyar kir ku Çîftçî li lêpirsîna têkildarî bûyereke li girtîgah ku serdana wê kiriye hatiye kirin û wiha got: “Ji ber ku paşeroja lêpirsîna 3 meh û nîvan heye û delîl hatine komkirin, diviyabû hempîşeya me gazî îfadeyê kiribûna û negirtî hatibûya darizandin. Lê hate binçavkirin û girtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev jî têra wan nekiriye, ji aliyê çapemeniya nêzî desthilatê di 11’ê adarê de agahî û belgeyên ku parêzeran ji ber biryara sînordarkirinê nekarin dosyayê lêkolîn bikin bi awayekî berovajîkirî hatin servîskirin. Bi zimanekî ku hempîşeya me hedef nîşan dane nûçe çêkirin û ev nûçe li ser înternetê di malperan de hatiye parvekirin. Ji ber van nûçeyên manîpulatîf ligel hempîşeya me malbata wê jî zirar dîtiye.”

Mûgûç da zanîn ku serlêdana astengkirina destlênedana li ser nepenîtiya lêpirsînê û nûçeyên ku zerar dane mafên şexsî yên Çîftçî ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Manavgat ve bi hinceta “azadiya çapemeniyê” hatiye redkirin û derbarê giliyên sûc ên li Stenbolê li kesên ku ev nûçe çêkirine û weşandine de jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve biryara neşopandinê hate dayîn. 

‘BILA BÊ BERDAN’ 

Mûgûç, da zanîn ku vê nebaşiya birêxistinkirî û zimanê gefxwarinê nas dikin û destnîşan kirin ku parazvanên mafan tu caran li dijî van êrişan û gefan serî netewandine û dê ji niha şunde jî netewînin. Mûgûç, diyar kir ku bêhiqûqiya ku ji destpêka lêpirsînê heta niha didome, ji aliyê dozgerê lêpirsînê bixwe ve jî hatiye domandin û got: “Hempîşeya me bi rêbazeke deraqilî di 28’ê hezîranê de hate girtin. Divê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê biryara sînordarkirinê ya li ser dosyaya lêpirsînê ku nepenîtiya wê bi awayekî aşkere hatiye binpêkirin, delîl hatine berovajîkirin û belavkirin demildest rake. Divê dosya ji parêzeran re bê vekirin û divê lêpirsîn ji dozgerê dosyayê ku dosya kiriye şexsî û peywîra xwe nebaş bikaranîye bê wergirtin. Divê derbarê hempîşeya me de demildest îdianame bê amadekirin û hempîşeya me Şuheda Ronahî Çîftçî bê berdan.”

Hiqûqnasana li bajarên Riha, Îzmîr, Enqere, Stenbol, Mêrdîn û Mêrsînê jî daxuyaniya hevpar xwendin û bertek nîşanî girtina hempîşeya xwe Şuheda Ronahî Çîftçî dan.