Hiqûqnas Altiparmak: DMME'yê serlêdana Roboskiyê betal kir

Hate îddîakirin ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) serlêdana têkildarî komkujiya Roboskiyê bi sedemeke skandal betal kiriye.

Hiqûqnas Kerem Altiparmak li ser twîtterê peyamek belav kir. Altiparmak diyar kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ji ber ku parêzeran 2 rojan bi derengî belge ji Dadgeha Destûra Bingehîn re şandine, DMME’yê komkujiya Roboskiyê betal kiriye ku 34 kes hatibûn qetilkirin.

Dewleta Tirk di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê êrîşeke hewayî kiribû û 28 kes ji heman malbatê, bi giştî 34 qetil kiribû.

Piştî komkujiyê li Tirkiyeyê lêpirsîneke bi bandor û serbixwe nehate kirin. Berevajî wê kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn bûn hedefa polîs û saziyên darizandinê. Li Tirkiyeyê piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn doz red kir û li Tirkiyeyê rêyên hiqûqa navxweyî qediyan, di Tebaxa 2016’an de bi serlêdana 281 kesan doz ji bo DMME’yê hate şandin.

Dozgeriya Leşkerî ya Artêşa Giştî di 7’ê Çileya 2014’an de biryara neşopandinê dabû îtîraza parêzerên mexdûran hatibû redkirin. Serlêdana li Dadgeha Destûra Bingehîn jî di 24’ê Sibata 2015’an de hatibû redkirin.

Hiqûqnas Altiparmak nerazîbûn nîşanî biryara DMME’yê da û got, “Divê mirov navê dadgehê bike Dadgeha Qebûlnekirinê ya Ewrûpayê, ji ber ku herî baş vî tiştî dikin!”

Parêzer Altiparmak ev jî li gotina xwe zêde kir, “Di doza Roboskiyê de tu tişt bi qasî bêedaletiya Dadgeha Destûra Bingehîn û ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ez aciz nekirime. Zarok jî nav de, 34 kes hatin qetilkirin. 7 salan tiştek nehate kirin. 7 salan ev hate jibîrkirin, ji ber derengiya parêzeran a 2 rojan, doz hate redkirin. Tiştekî ku ez bibêjim, êdî nemaye!”