Piştî hevdîtina li Astanayê, hatibû ragihandin ku Rûsyayê tevî PYD'ê hin navên mûxalîf ên li dijî rejîmê vexwendibû Moskowayê. Vexwendîname yekser li ser navê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ve hatibû şandin.
Nûnerên çeteyên Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê yên li Tiriyeyê dixebitin û Koordînatorê Komîteya Bilind a Danûstandinan Riyad Hîjab çend ji kesên hatine vexwendin e. Hat hînbûn wê ev kom neçin Moskowayê. Van koman îdîa kirin, ku armanca vexwendinê ya Lavrov 'ne zelal e'.
Tê payîn Lavrov îro bi heyeta PYD'ê ya li ser navê Rojava li Moskowayê ye, rûnê.