Him Beşîktaş him jî wê ‘Na’ bi ser bikevin

Li hemberî encamên bi guman ên referandûmê, di roja 5’emîn a protestoyan de, li Beşîktaşê him protestokirinên ‘Na’yê him jî coşa maçê hate jiyîn.

Alîgirên Çarşiyê yên ku Qada Kartalê bi reş û spiyan xemilandin, bi hev re qîrandin ku wê him Beşîktaş û him jî ‘Na’ bi ser bikeve.

Li Beşîktaşê di protestokirinên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) de, rengên reş û spî derketin pêş. Alîgirên Beşîktaşê yên beriya maça Beşîktaş-Lyonê diyar kirin ku him Beşîktaş û him jî wê ‘Na’ bi ser bikeve.

Şêniyên Beşîktaşê jî li Qada Beşîktaşê hatin gel hev û meşa ‘Na’yê li dar xistin. Di meşê de dovîzên ‘Na, em bi ser ketin’, û ‘Na, em li vir in em naçin tu derê’ hatin hildan û sloganên ‘Na, hê neqediyaye, têkoşîn didome’, ‘ Erdoganê diz û qatîl’, ‘Em ê te nekin serok’ hatin berzkirin. Di meşê de şêniyên taxê jî bi lêdana beroşan encamên bi guman ên referandûmê protesto kirin.