Hilbijêrên li Swîsreyê: HDP hêvî ye!

Hilbijêrên li Swîsreyê dijîn ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê çûn li ser sindoqan. Hilbijêr saetên sibê de li 3 navendan çûn ser sindoqan û zêdetir dengê xwe dan HDP û Demîrtaş.

Li gorî qeydên Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) 94 hezar û 32 hilbijêrên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyî ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê yên Serokkomarî û parlamneteriyê li bajarên Bern, Cenevre û Zurîhê çûn ser sindoqan û dengê xwe didin.

Ji ber roja yekem ya dengdayinê bû, li gelek navendan ji saetên sibê ve hilbijêr çûn ser sindoqan û li pey hev rêzên dirêj çêbûn.

ZURÎH

Hilbijêrên li Zurîh û derdora wê dijîn di saetên sibê de ji bo dengdayinê çûn navenda Zurîh Fûarê. Dengdayîn saet 09:00’an destpê kir û zêdetirî hilbijêran dengê xwe dan HDP û namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş.

Li aliyê din hilbijêrên ku ji kamereya me re axivîn, diyar kirin ku di hilbijartinên dema borî de dengê xwe ji bo partiyên din bikar anîne û di vê hilbijartinê de dengê xwe dane Demîrtaş û HDP’ê.

‘ME GOT HDP Û DEMÎRTAŞ JI BER KU EM AŞITYÊ DIXWAZIN’

Nûran Erdem piştî ku dengê xwe da ji kamereya me re axivî û diyar kir ku dengê xwe ji bo HDP û Demîrtaş bikaraniye. Erdem banga dengdayinê li hemû kesê jî kir.

Hilbijêrên din yê bi navê Altin Kocîntar û Fûat Yaman jî wiha gotin; “Em hatin me dengê xwe da û em gelek kêyfxweşin. Me dengê xwe da HDP û Demîrtaş ji ber ku em aşitiyê dixwazin.”

MALBATA JI SÊWASÊ: DENGÊ ME JI BO HDP Û DEMÎRTAŞ E

Îsamîl û hevsera wê Nûrten Guzel ên ji Sêwasê diyar kirin ku dengê xwe dane HDP û Demîrtaş û wiha gotin; “Ji bo hilweşandina vê dîktatoriyê me dengê xwe da HDP û Demîrtaş. Em ji Sêwasê ne ji bo vî karî Kurd û Tirk nîne HDP partiya me hemûyane. Li welat yê ku bi rast demokrasiyê diparêze me dengê xwe da wî. Divê hemû kes biçin dengê xwe ji bo HDP û Demîrtaş bikarbîne”.

‘EZ CHP’YÎ ME LÊ MIN DENGÊ XWE DA HDP’Ê’

Hilbijêrek din a bi navê Serpîl Serbest jî wiha got; “Heta vê rojê min ji bo CHP’ê dengê xwe da. Lê di van hilbijartinan de min dengê xwe da HDP’ê. HDP hêviye û divê her malbatên CHP’yî dengê xwe bide HDP’ê”.

BERN

Dengdêrên li Bern û derdorî wê dijîn ji bo dengên xwe bikar bînin di saetên sibe de berê xwedan Sefaretxaneya Tirk a li Bern. Piranî kesên ji bo dengdanê berê xwe danyîn navenda dengdanê ku ciwan bûn bal kilşand. Piraniya kesên ku hatibûn dengên xwe bikar anîn dengên xwe dan HDP’ê û Demîrtaş.

CINÊV

Dengdêrên li Cinêv û derdorî wê jî ji bo dengên xwe bikar bînin ketin ser rêya Sefaretxaneya Tirk a li Cinêvê. HDP’yiyên li vir bi awayê giştî berê xwe dan ser sindoqan. Kesên ku li vir deng bikar anîn bang li her kesê kirin ku biçin dengê xwe bidin.

Dengdêrên li Swîsreyê jî dikarin heta 19’ê Hezîranê di navbera saet 09:00-21:00’an dikarin li navendên dengdanê yên li Zurih, Cinêv û Bernê dengê xwe bikar bînin.