Hilbijêr li Munster û Salzbûrgê li ser sindoqan bûn
Li bajarê Elmanya Munseter û li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê, hilbijêr li ser sindoqan bûn.
Li bajarê Elmanya Munseter û li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê, hilbijêr li ser sindoqan bûn.
Li bajarê Elmanya Munseter û li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê, hilbijêr li ser sindoqan bûn.
MUNSTER
Li bajarê Munsterê, ku yek ji 13 navendên dengdayînê yên li Elmanyayê ye, ji bo dengdayînê eleqeyeke mezin hebû. Bi hezaran kesên danê sibehê saet di 09:00 de li ber Konsolosxaneyê kom bûn, ji bo dengdayînê ketin rêzeke dirêj. Û dengdayînê heta danê êvarê saet 21:00 dewam kir.
Girseya gel a li Munster, Osnabruck, Bîelefeld û derdora wê dijî, bi konvoy, otobus û trenan hat û herikî ser sindoqan. Bi taybetî girseya gel a bi otobusan ji Bîelefeld, Gutersloh û Osnabruckê hat, ji aliyê HDP'yiyên li ber Konsolosxaneyê ve bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.
Li ser navê Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê Tahîr Koçer daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku ji bo dilsoziya bi şehîdên Enqereyê re divê deng ji HDP'ê re were dayîn.
Li cihekî 100 metre dûrî Serkonsolosxaneya Musterê konê têkiliyê yê HDP'ê heye. Kon wê heta 25'ê Cotmehê roja dawî ya dengdayînê vekirî be.
SALZBÛRG
Li bajarê Awûstûrya Salzbûrgê, hilbijêr duh tevahiya rojê li ser sindoqan bûn. Ji saet 14:00 heta saet 21:00, hilbijêrên HDP'yî li binê baranê bi saetan sekinînin û dengê xwe bi kar anîn.