Hikumeta Iraqê û PDK li Hannoverê hatin şermezarkirin

Ciwanan li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, lihevkirina hikumeta Bexdayê û PDK'ê ya li ser Şengalê şermezar kirin.

Nerazîbûna li dijî lihevkirina hikumeta Iraqê û Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya li ser Şengalê mezin dibe.

Piştî ku hikumeta Iraqê 10 hezar leşkerên xwe ber bi Şengalê ve bi rê kir, li ser banga lezgîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ciwanên TÊKO-JIN û TCŞ'ê li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê çalakiyek kirin.

Çalakî li pêşiya stasyona navendî ya trenê saet di 20:00 de dest pê kir û ciwanên enternasyonalîst jî tevlî bûn. Ciwanan bi Elmanî daxuyaniyek dan.

Ciwanan bal kişandin ser xiyaneta PDK'ê ya li xelkê Êzidî kiribû û destnîşan kir ku wê peymana heyî qebûl nekin.

Ciwanan dirûşmên "Bimire xiyanet", Bijî berxwedan", "Bijî YBŞ, YJŞ, Şengal" û "Komkujiya li Şengalê rawestînin" qîriyan.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bi hev re serhildan" bi dawî bû.