Hikumeta Elmanyayê protestoyên li dijî şer qedexe dike!

Elmanyayê meşa Kurdan a ji bo Efrînê qedexe kir ya ku ew ê li Kolnê bihata lidarxistin. NAV-DEM’ê got ku, “Em ê li hemberî van zextan bi paş ve gavan neavêjin.”

Navenda Civakî ya ya Kurdan a Demokratîk a Elmanyayê têkildarî meşa ku hatiye qedexekirin îro daxuyaniyeke nivîskî weşand. NAV-DEM’ê dixwest li hemberî êrîşên li Efrînê li Kolnê meşekê li dar bixe.

‘ZEXTA LI SER KURDAN TÊ ZÊDEKIRIN’

NAV-DEM’ê bal kişand ser vî tiştî ku Elmanya li dijî Kurdan dest bi zextên nû kiriye û got, “Ji roja ku êrîşên li ser Efrînê hatiye destpêkirin, li her dera Elmanyayê protesto û meş tên kirin. Di van meşan de bi qasî êrîşên Tirkiyeyê û yên mutefîkên wê, piştgiriya çekan a ku Elmanya dide Tirkiyeyê jî tê şermezarkirin. Tê zanîn ku di êrîşa li ser Efrînê de tankên Elmanyayê tên bikaranîn. Ji ber ku em hikumeta Elmanyayê teşhîr dikin,  hikumeta Elmanyayê jî dixwaze me bêdeng bike.”

‘DEMA WÊ NE TESADUF E’

NAV-DEM’ê diyar kir ku vê qedexekirina meşê beriya hevdîtina  Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim a bi Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel hatiye diyarkirin û bal kişand ser vî tiştî jî ev biryar ne tesaduf e. NAV-DEM’ê diyar kir ku “Elmanya bi vî awayî dixwaze têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re baştir bike. Lê em ê li hemberî vê polîtîkaya wan stûyê xwe xwar nekin û em ê gavên zagonî biavêjin.”