Hijmara pêşî ya sala 40'î ya Serxwebûnê derket

Rojnameya Serxwebûnê sala 39'an li pey xwe hişt û hijmara pêşî ya sala 40'î derxist.


Hijmara sala 40'î ya rojnameya Serxwebûnê bi manşêta, ''Berxwedana Gelê me wê Pêngava Azadiyê bibe serfiraziyê'', derket.

Di vê hijmarê de li ser hîmê pêngava, ''Dema Azadiyê ye'' ya ku tevgera azadiya Kurdistanê daye destpêkirin, nivîsên bi naveroka geşedanên siyasî yên dawî, destpêka sala 40'î, salvgera komkujiya Parîsê, rastiya şehîd û mîltaniyê ya di têkoşîna azadiyê de û pergala kapîtalîst cih girtine.

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû di nivîsa manşêtê de geşedanên dawÎ yên siyasî dinirxîne û krîza pergala modernîteya kapîtalîst bi berfirehî dinirxîne. Karasû di nivîsa xwe de geşedanên li herêmê ji hev vediçirîne, diyar dike kana derketina ji krîza mirovahiyê Rojhilata Navîn e û balê dikşîne ser misyona pêşeng a Tevgera Azadiyê.

Karasû her wiha diyar dike armana pêngava, ''Dema Azadiyê ye'' hilweşandina faşîzmê ye, balê dikişîne ser berxwedanan zindana, çalakiyên li Wan, Êlih û bajarên Tirkiyê yên xwendekaran.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîrok jî di nivîsa xwe de têkilî salvgera 40'î ya Serxwebûnê nivîs nivîsiye û balê dikişîne ser rola Serxwebûnê ya li ser ronakbûyina Kurdistanê, çêbûna bîrewerî ,ziman û şêwaza Kurdan.

Roportaja bi Endama Meclîsa PAJK'ê Hêlîn Umîd re, ya têkilî salvgera 8'an a Komkujiya Parîsê di rojnamyê de cih girtiye.

Hêlîn Umît dibêje, ''Hevrê Sara şaneya kok a Tevgera Jina Azad a Kurdistanê ye'' û diyar dike têkoşîna dijî tecrîd, qirkirin û qirkirina jinan Sarabûyin e.

Di rojnameyê de her wiha rapora polîtîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1995'an dabû ber Kongreya 5'an PKK'ê, cih digire.

Di raporê de ya bi navê, ''Tevgera PKK'ê tevgera darizandina dîrokê ye'' û diyar dike, PKK hêza xwe ya sereke ji asta rexnekirin û rexnedayinê distîne.

Di raporê de bi rengekî berfireh sosyalîzm tê rexnekirin, hewldanên teorîk-pratîk ên sosyalîzmê û lê gerîna li guherîna paradîgmayê tê de cih girtiye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan ji bo bîranîna Xebat Dêrik (Mehmûd Mihemmed) ku 13'ê Çile ya 2012'an li Rojava şehîd Bûyî bi sernavê ,''Bîranîna heval Xebat wê di têkoşîna sala 2021'an de bibe hêza serfiraziyê'', di rojnameyê de cihê xwe digire.

Kalkan têkoşîna bi asta pêşeng, fermandariyê ya Şehîd Xebat Dêrik a demeke dirêj a li çiyayên Kurdistanê vedibêje û balê dikişîne ser rola diyarker a di haziriya Şoreşa Rojava de.

Kalkan diyar dike sala 2021'an ji bo bîranîna Şehîd Xebat Dêrik, li ser hîmê Stratejiya Şerê Şoreşgerî ya gel, bi geşkirina pêngava, ''Dema Azadiyê ye'', wê bibe sala serfiraziyê.

Endamê Komîteya Îdeolojîk a PKK'ê Cemal Amed jî bi sernavê, ''Milîtanê Apoyî ew e ku pêngavê di xwe de bi ser dixe'', di rojnameyê de cih digire.

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren, rêbazên êrîşê yên pergala kapîtalîst ên tevahiya dîrokê ya li ser şoreşa gelan ji hêlên dîrokî ve vedibêje, êrîşên îro yên li ser Şoreşa Rojava bi vê perspektîfê analîz dike.

Mazlûm Pîr jî, bi nivîsa ''Rastfêhmkirina şervanan bi milîtaniya li ser xeta serfiraziyê pêkan e'', diyar dike di têkoşîna azadiyê de her şehîd sedema têkoşînê ye.