Hêzên Têkoşîna Yekgirtî li dijî êrîşan dimeşin

Hêzên Têkoşîna Yekgirtî xwest li Kadikoyê daxuyaniyê bide. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir û parlementerên HDP’ê ber bi Rihtimê ve dimeşin.

Hêzên Têkoşîna Yekgirtî wê li Rihtima Kadikoyê avabûna xwe ragihanda. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir. Bi sedan polîsan hemû rêyên diçin Rihtimê girtin û qada ku wê daxuyanî jî were dayîn, hate girtin.

Bi sedan kes li pêşiya avahiya HDP’ê ya Kadikoyê hatin ba hev û ber bi Rihtimê ve meşiyan. Girse bi sloganên ‘Bijî têkoşîna me ya yekgirtî’ û ‘Em ji zextan natirsin’ meşiya. Polîsan pêşiya girseyê girt û meş asteng kir. Ligel ku polîsan meş qedexe kir jî endamên partiyê meşiyan. Polîsan êrîşî parlementera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît kir.

Di meşê de gelek kes hatin destgîrkirin û parlementerên HDP’ê ji bo daxuyaniyê bidin ber bi Rihtimê ve dimeşin.