Hêzên nû yên cîhanê dawî li hegemonîya DYA`yê tînin

Hêzên nû yên cîhanê dawî li hegemonîya DYA`yê tînin

Pisporê jeopolîtîkê û  “teyrêbaz”ê Amerîkî yê navdar Zbîgnev Bjezînskîy ragihand, ku dawî li hegemoniya DYA’yê hatiye. Lê, DYA ji bo lîdertiya cîhanê bi hêza xwe ya berê, lê bi rêbazên nû ve têdikoşe.

 Zbîgnev Bjezînskîy di axaftina xwe ya li Zanîngeha Cons Gonkîns ya li ser danasîna pirtûka ji aliyên heval û xwendevanên wî ve derbarê wî de hatî nivîsandin de got, ku êdî dawî li hegemonîya DYA`yê ya li cîhanê hatiye. Li gor gotinên Bjezînskiy, peresîna DYA’yê ya 13 salên piştî dawîbûna şerê sar bi dawî bûye û di demên nêz de jî nikare bête verastkirin.

Cîgirê rêvebirê Civata Siyaseta Derve û Bergiriyê Dmîtriy Sûslov ji “Dengê Rûsyayê” re got, ku du sedemên hilweşîna hegemoniya DYA’yê hene. Sedema yekem, piştî salên 2000`î li cîhanê peydabûna navendên hêzê yên nû yên xwedî hêzên aborî û siyasî û vejîna hêzên kevin in.

Welatên wek Çîn, Brezîlya, Hindistan, Turkiye û Rûsya bi tempoyên gelek bi lez ve pêş dikevin. Anegorê wê jî derfetên wan yên hêza leşkerî jî mezintir dibin. Ji bilî hêza leşkerî, hêza wan ya sîyasî û dîplomatîk jî xurttir dibe. Sedema din jî ew e, ku DYA’yê gelek zêde şaşitî kirin. Amerîkiyan hewl dan hegemonîya nerim ya di dema Klînton ya di salên 1990`î de derbazî hegemonîya hişk bikin. Bi wan hewldanan ve, wan tenê dawiya hegemoniya xwe anîn. Ji ber ku erkên ji aliyê rêvebirîya Corc Bûş ve hatinî kifşkirin bi cih ne anîn, ji alyê gelek navendên hêzê yên cîhanê ve hatin protestokirin, li tewayê cîhanê piraniya mirovan li dijî xwe anîn û bi wî awayî hêza xwe lawaz kirin. Bi taybet jî, dawiya hegemoniya DYA’yê piştî serokkomarîya Corc Bûşê piçûk destpê kir``.

Peresîna DYA’yê her tim di bin pirsê de bû. Cîgirê rêvebirê Înstîtûya DYA û Kanadayê Valerîy Garbûzov dibêje, ku di maweya wan salên dawiyê de gelek dewletan êdî bi awayeke vekirî DYA tehdît dikirin. Serokkomarê DYA’yê yê niha Barak Obama li xwe mukur hat, ku cîhan êdî cîhaneke pirnavend e û gereke berjwendîyên lîstikvanên din jî yên siyaseta cîhanê bêne berbiçavkirin. Ew yek jî ispata wê yekê ye, ku DYA guherînên li cîhanê qebûl dike.

Her weha  “Bihara Ereb” jî li derveyê bandora siyaseta derve ya DYA’yê destpê kir. Êdî Waşîngton nikare wek berê bûyerên li cîhanê anegorê xwe dîzayîn bike.