Hêzên Destwerdana Lezgîn tevlî DBK'ê bûn

Hêzên Destwerdana Lezgîn tevlî DBK'ê bûn

Hêzên Destwerdana Lezgîn ên Kurd bi daxuyanekê ji raya gitî û çapemeniyê re eşkere kir ku wan hêza xwe rawestandiye û hemû endamên xwe xistine bin fermandariya Desteya Bilind a Kurd.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin: "Ji bona pêkanîna helwesteke hevbeş û ji bona ku pir hêzên çekdar li ser axa rojavayê Kurdistanê çênebin, em bang li hemû endamên xwe dikin ku vê biryarê bicî bînin û xwe têxin bin fermandariya Desteya Bilind a Kurd." Her wiha di daxuyanî de bang li gelê kurd hate kirin ku di bin banê Desteya Bilind a Kurd  û komîta pispor de piştgiriya YPG'ê bikin.

Di daxwiyaniyê tê gotin: "Di vê dema aloz ku welatê me Sûriyê û Roavayê Kurdistanê tê de derbas dibe ku gelek hêz dixwazin hebûna Kurdan li Rojava têk bibin, her wiha ji bo parastina ewlekariya netewî ya kurdan û parastina gelê kurd li Rojava pêdiviyeke mezin ya yekîtiyê xwe dide pêş, dîsa ji ber ku em di wê bariyê de ne ku pêwîst e yek hêza çekdarî, ne girêdayî tu alî û partiyan, li ser axa Rojavayê Kurditanê hebe û parastina gel bike û ji ber ku em wek Hêzên Destwerdana Lezgîn xwest rola Desteya Bilind a Kurd wek nûnera gelê Rojava çalak bikin. Em ji raye giştî re diyar dikin ku em Hêzên Destwerdana Lezgîn radiwestînin."

Di daxuyanî de wiha hate dom kirin: "Em bang li hemû endamên xwe dikin ku vê biryarê bicî bînin û xwe têxin bin fermandariya Desteya Bilind a Kurd da ku bibin xwediyê yek helwest û li dijî destwerdana hêzên çekdar li ser axa Rojavayê Kurdistanê rawestin.

Di  daxuyaniyê de tê gotin: "Em bang li gelê Kurd û tevahî gelên Sûriyê dikin ku di bin banê Desteya Bilind a Kurd û komîta pispor de piştgiriya YPG'ê bikin.

 Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin: "Piştî vê daxuyaniyê Hêzên Destwerdana Lezgîn tê rawestandin û kesek bi navê wê nikare daxuyaniyan bide.”