Hêzên Bedîr: Divê hemû alî li gorî peymanê tevbigerin
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yên Hêzên Bedîr Abdullah Xidir Mahmût diyar kir, ku ji bo pirsgirêkên li Xûrmatû careke din rû nedin, divê her kes li gorî peymana navbera aliyan tevbigere.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yên Hêzên Bedîr Abdullah Xidir Mahmût diyar kir, ku ji bo pirsgirêkên li Xûrmatû careke din rû nedin, divê her kes li gorî peymana navbera aliyan tevbigere.
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yên Hêzên Bedîr Abdullah Xidir Mahmût diyar kir, ku ji bo pirsgirêkên li Xûrmatû careke din rû nedin, divê her kes li gorî peymana navbera aliyan tevbigere.
Li ser şerê di meha Mijdarê de di navbera milîsên Hesd El Şebî û pêşmergeyan de destpê kir û dûre veguherî şerê navbera Kurd û Tirkmenan, Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Hêzên Bedîr Abdullah Xidir Mahmût ji ANF'ê re axivî. Mahmût da xuyakirin, ku ji bo careke din heman pirsgirêk rû nedin, pêwîste her kes bi berpirsyariyên peymanê rabin. Mahmût ji bo mirovên piştî bûyeran ji navçeyê koç kirin got, "Em gelên ku bi sedan salan bi hev re dijîn e. Divê her kes li cih û warên xwe vegerin, yên difikirin biçin jî pêwîste bi ti awayî neçin."
'RÛDANA ŞER EM JÎ ÊŞAND'
Mahmût ragihand ku rûdana şerê di navbera gelan de li navçeyê, ew jî êşandiye û got, "Piştî vê bûyerê ti kes bi ser neket. Hem Kurdan hem jî Tirkmenan zerareke mezin dîtin."
Di destpêka van bûyeran de sê kes ji Heşd El Şebî kuştin û bûyeran bi vî rengî destpê kirin. Ev li nuqteya asayîşê ku jê re Sîfon tê gotin, kuştin. Bûyeran bi vî rengî destpê kirin. Ya rast me nedixwest bûyer bigihêje vê astê. Lê encam ev bû. Û mixabin her du aliyan gelek zerar dîtin. Hem can hem jî malên xwe ji dest dan. Em hêvîdar in ku ji niha û pê ve rewşeke bi vî rengî dernekeve holê.
Daxwaza me ji gelê Xûrmatû ew e, ku van bûyeran bi temamî biqedîne. Dixwazim vê yekê bi awayekî vekirî bêjim. Ti pirsgirêka me bi gelekî re nîne. Bi taybetî pirsgirêka me bi Kurdan re nîne. Em û Kurd xwedî têkoşînên hevpar in. Me bi hev re li heman eniyan şehîd dane. Di rewşeke bi vî rengî de me nedixwest pirsgrêk derkevin. Lê êdî carekê qewimî. Hêvîdar im ji niha û pê ve wê tiştekî bi vî rengî neqewime."
'YÊN ÇÛNE BILA VEGERIN'
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yên Hêzên Bedîr Abdullah Xidir Mahmût li mirovên ku ji ber bûyeran koçî bajar û navçeyên derdorê kirine banga vegerê kir û got, "Ez rica ji Tirkmen û Kurdan dikim ku cih û warên xwe neterikînin. Divê her kes li cihê xwe bimînin û yên çûne jî vegerin. Gefek ew pê re rû bi rû ne, nîne. Niha li Xûrmatû pirsgirêka ewlekariyê nîne. Lewma bi dîtina min divê her kes vegere. Hewce ye dewlet jî sozê bide ku ew ê zerara mirovên dîtine telafî bike.
Girîng e mirov guh nedin kesên bi gotgotan dixwazin aloziyê derxînin. Ne Kurd dikarin Tirkmenan ji vir derxînin, ne jî Tirkmen dikare Kurdan. Ji ber ku van gelan bi sedan salan li vê derê bi hev re jiyane. Ketine nava hev. Zarokên me û yên Kurdan ketine nava hev. Yên ku dixwazin li vê herêmê aloziyê derxînin, em ê destê wan jê bikin. Em ê destûrê nedin ku tiştekî bi vî rengî bikin."
'PÊWÎSTE HEMÛ ALÎ LI GORÎ PEYMANÊ TEVBIGERIN'
Mahmet da xuyakirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkan aliyan li hev kirine û ji bo careke din heman tişt neqewime divê alî li gorî vê peymanê tevbigerin. Mahmût got, "Peymanek hat morkirin û ji bo şopandina vê pêvajoyê komîteyek hat avakirin. Ev peyman bi raya giştî re hat parvekirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê, pêşmergeyên li nuqteyeke ewlekariyê û embarên genim, diviyabû xwe vekişanda. Eger ev jî pêk were, wê pirsgirêk nemîne."
'HEŞD EL ŞEBÎ PIŞTÎ BÛYERAN HAT'
Mahmût anî ziman ku beriya bûyerên li navçeyê hêzên Heşd El Şebî li nava bajêr nebûn, piştî bûyeran hatine û got, "Hêzên me berê li holan û li aliyê Suleymanbeg bûn.
Berî van bûyeran em li derveyî Xûrmatû bûn. Ev hêzên me yên niha li navçeyê ne, piştî şer hatin. Wekî din, em ne ji bo derxistina şer hatine vir, ji bo ewlekariyê hatine. Me li hemberî kesî dest bi şer nekirine. Em herêma xwe diparêzin, ew jî herêmên xwe diparêzin. Wan kengî berpirsyariyên peymanê bi cih anîn, hêzên me jî wê li gorî peymanê xwe vekişînin cihê xwe."
'AL JI BO ÎMAM HUSEYÎN HATIBÛN VEKIRIN'
Mahmût ragihand ku hemû alên li navenda navçeya Xûrmatû li ser hemû malên Şîa hatine daliqandin, sembolên Şîa ne û got, "Ev alên Îmam Huseyîn e. Di mûharremê de heta bidawîbûna seferê, şîn tê girtin. Gava dema xwe temam bû, ew al wê bên rakirin. Ev yek du mehan dewam dike. Em van alan ji ber hurmeta xwe ya li îmaman dadiliqînin."
Mahmût da zanîn ku çeperên bi kîsên ji xîsê li ser gelek malan hatine çêkirin, li taxên wan nîne û bibîr xist ku li ser hin malan çeper hatine avakirin. Mahmût diyar kir ku ew vê yekê rast nabînin, kê kiribe şaşî kiriye û destnîşan kir ku weke Heşd El Şebî ti eleqeya wan bi vê nîne.